MÛCÎZEYA  PKK`ê -III

MÛCÎZEYA  PKK`ê -III
20 gulan, 2022   01:32

DÎROK, KARÊ AVAKIRINÊ YE

Avahî, eger valahiyekê dagire dibe sîwana paşerojan. Eger valahiyan zêde bike, têkbirinê tîne. Azadî jî bi berhevkirina   demên borî û têkoşîna îro tê bidestxistin. Şoreşa Kurdî, li ser bingeha pênc hezar sal hatine avakirin, 50 sal e ku li hemberî cîhanek namerd û ceberûd têkoşînê dike.

Cîhana namerd û ceberûd, hûnandina komplo-kontra, pilûs îxanetê têkoşînê dike. Di koplo-kontra de, îxanet jî heye. Min pilûs îxanet, bi kar anî û rast e. Ji ber ku di dîroka 5 hezar sal ya gelê Kurd de ev pilûs îxanet her û her hebûye.

Şoreşa Frensa, xwe dubarekirina emperetoriya Roma bi nav dikir; nivîskar Jean Lafîtte jî di romana “Mirovên Çalekger de” dibêje, “dema Frensa ji bo azadiya xwe têkoşînê dike, di nava gelên ku dixwazina azad bijîn de, cihê xwe digire.” Di navbera her du dîtinan de cûdatî heye. Ji ber ku di têkoşîna azadiya gelan de, çûk jî stranên azadiyê dilorînin, lê di hûnandina empertoriyan de, bênderê laşan çêdibin. Şoreşa Frensa jî, bû xwarina li ser sifra bûrjiwazî.

Bûrjuwazî..! Divê Kurd, li ser etîmolojiya vê gotinê baş rawestin. Ji ber ku di wateya vê gotinê de faşîzm jî heye. Gelo, din nava gelên bindest de bûrjuwazî  heye? Heye..! Eger hebe faşîzma serdestên gelên bindest jî heye.

FAŞÎZM, ÎXANETA LI HEMBERÎ MIROVANIYÊ YE..!

EV JÎ RAST E..!

Naxwe, her kesê ku rengên ala Kurdistanê wek desteyek kulîlkên destpêka biharê, di destên xwe de bigire, nikare çar ji çar, bibe dilsozê erdnîgariya Kurdistanê. Ev li dijî diyalekîtka dîrokê ye.

Ji ber ku Kurdistan ne tenê rengên li ser alê ne, hê bêhtir e, hê mezintir e..!

Erdnîgariyeke ku di nava 5 hezar sal de, mazulvaniya gelek gelan, baweriyan û peymaberan kiriye. Erdnîgariya ku bûne cih û warê peyamberan, bi rengê rojê tê naskirin gelek xemlan di nava xwe de diragire.

Lewma navê wê bûye waletê rojê..!

Di welatê rojê de, yekemîn car bû ku hemwelatiyekî ji Derya Reş bedena xwe ji bo gelê Kurd û Kurdistanê kire mertal û canê xwe feda kir: Hakî Karer..!

Hakî!... Heqanet e, lêgerîna heq û hiqûq e û di vê lêgerînê de

derbaskirina sînorên rastiyê ye.

Ev gavavêtina piling û şêran e..! Gavavêtina şer û pilingan gelekî fereh e, di hûnandina xwezayî de, derbaskirina sînoran e, di lîteretura civakan de, têkbirina rêbazên serdestan e. 

Hakî Karer û Kemal Pîr, piştî ku bi rêber Ocalan re derketin rê, sînorên serdestan parçe kirin, di asoyên dîroka gelên Kurdistan û Tirkiyê de, rengê diyalektîka serdemê standin.

Hakî Karer, ne mirovê yekemîn ê ku bi îxanetê hate şehîdkirin; lê yekemîn mirov e ku bûye sedema avakirina partiya ji bo lêgerîn û têkoşîna heq, hiqûq û demokrasî..! Vê jî di sîstema netewe-dewlet û gelan de erdhejek çêkir.

Li ser xaka Kurdistanê, tempon dewlet hatin avkirin; bingeha van netewe-dewletan jî felsefeya siyaseta terorê ye. Tirkiye, Sûriye û Iraq, ne welat in û ne gel in; devşîrme ne. Iraq û Sûriye piştre bûne ereb û bi navê “cumhuriye el erebiya” hatin binavkirin;  dewşîrmetiya Osmanî jî, piştî komar hate avakirin bi navê Cumhuriya Tirkiyê hate binavkirin. Sîstema devşîrmetiyê, hem bûye bavê faşîzma Naziyan, hem bûye bingeha tunekirina gelan, hem bûye çavkaniya kommplo-kontra - pilûs îxanetê. 

Sîstema devşîrmetiyê bi xwe îxaneta li hemberî xwe ye; her kesê têkildar jî bi îxanetê şerefyab dikin. Devşîrme, hêzêke dîsplîne ye, ji bo armancekê û êrîşan têne perwerdekirin, Bi sêva sor-kizil elma, êrîş dikirin, dikuştin, talan dikirin û li wir rûdinişitin. Bi şûr jî dagirkerî meşrû dikirin. Îro jî, mîratzadeyên dewşîrmeyan, komên çete ava dikin, êrîşan dikin û terorê dikin. Balkêş e, ew terorê dikin, lê êrîşên xwe bi navê terorê meşrû dikin. Navê vê jî bûye modern dewlet..!

MIXABIN, MODERNÎTE JÎ TERORÎZE KIRINE

Cemahiriya Tukriye, dew şîrmetî asîmîle kiriye…  Belkêş e  ku bi rêbazên feodalîteya ketî beşek ji Kurdan kirine cerdevan, partiya bi navê Kurdistanê radibe, PDK`ê jî kiriya potansiyal hêza îxanetê. Erê, dewşîrmetiya asîmîlekirî, li ser bingeha tekelokrasî hatiye avakirin (cûreyê herî baş yê şelandin û talanê ye), bi feodalîteya ketî ya Kurd re bûye yek. Hêzên tekelokrasî û feodaliteya ketî, hêzên kirêkirî ne, yanî lejyoner in. Xaka welat jî parsel kirine, dabeş kirin û bi sîstema çîftlikê, mêrgên bi dew’an  îdare dikin.

REWŞA LI TIRKIYÊ Û HEÊRMA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ  EV E

Di salvegera şehîdkirina Hakî Karer (18'ê Gulana 1977) û şehîdên Meha Gulanê de; bi taybetî, di salvegera berxwedana Çaran ya li Zindana Amedê, em li hemberî “parçekirina mantik” in. Îxanet sûc e, lê vegotin û dijderketina li îxaneta li hemberî gelê Kurd jî, li Kurdan hatiye qedexekirin. Mafên însanî, fikir û civakî dibin zextek zor û dijwar de ne. Bi gotineke din,  hişmendiya olîgarşîk, xwe dispêre dagirkerî, kuştin, talankirin û kolekirina civakan serdest e. Ev jî bûye navê modernîtê û faşîzmê  meşrû dike.

Ev hukêmranî li Enqera planan çêdike, li Hewlêr dikine pratîkê. Matbata olîgarşîk ya li heêrmê û yekparêziya li Tirkiyê diruşmeya hevpar, “bikuje, êrîş bike, teror e, tune bike” diqîrin. Dadweriya her du paytextan jî li gorî fermanên fermî biryaran didin û bûne amurê qirkirina siyasî.

Li her du welatan rewşek mînak û balkêş derketiye holê:

Li Tirkiyê, yekparêziya Erdogan, bûye hêza şovalyayên bi zirx û suwarî û ji bo tunekirina gelê Kurd êrîşan dike.

Li herêma Başûrê Kuridtsanaê jî, Malbata Barzanî bûye hêza şovalyayên zirxî û suwarî û di dagirkirina herêmê û tunekirina gelê Kurd de, bûye havkarê Erdogan.

Rêveberî û derfetên mekanîzmeya tunekirina her du basikan yek e. Lê cûdatiyek heye, faşîzma yekparî qudsiyet û pîroziyên îslamî bi kar tîne, sîstema devşrîmetiyê bi vî navî li ser lingan dihêle û êrîşî gelê kurd dike. Lê partiya ku navê Kurdistanê li xwe kiriye, PDK`ê û Malbata Barzanî, demek dirêje ku şêxîtiya Neqşîbendî terk kiriye, gelo bi navê çi û ji ber kîjan sedema hevkariya faşîzma yekperest dike? Bersiva  pirsê, tenê bi berjewendiyan nayê dayîn. Tu kes nikare, feodalîteya ketî, yan jî transformasyona feodalî wek şoreşê jî debixe pêş û bi gelê Kurd bide erê kirin. 

TIŞTEKÎ VEŞARTÎ Û ŞAŞ HEYE Û BI GEL JÎ DIDINE ERÊKIRIN

Divê ev tiştên veşartî û şaş werin eşkerekirin. Ji bo vê jî divê du tişt werin kirin; Yek, divê gel rabe ser piyan, wekî salên 1991-1992`an raperînê bide destpêkirin…

Du, dive akademîsyen û rewşenbîr, rewşê bi kûrayî û berfirehî lêkolîn bikin û eşkere bikin. 

MÛCÎZEYA PKK`ê II.