​​​​​​​Şêniyên Efrînê li dijî tecrîd û dagirkeriyê rabûn

Şêniyên herêma Efrînê ji bo bîranîna şehîd Hakî Karer û şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, meşiyan.

​​​​​​​Şêniyên Efrînê li dijî tecrîd û dagirkeriyê rabûn
​​​​​​​Şêniyên Efrînê li dijî tecrîd û dagirkeriyê rabûn
​​​​​​​Şêniyên Efrînê li dijî tecrîd û dagirkeriyê rabûn
​​​​​​​Şêniyên Efrînê li dijî tecrîd û dagirkeriyê rabûn
​​​​​​​Şêniyên Efrînê li dijî tecrîd û dagirkeriyê rabûn
​​​​​​​Şêniyên Efrînê li dijî tecrîd û dagirkeriyê rabûn
​​​​​​​Şêniyên Efrînê li dijî tecrîd û dagirkeriyê rabûn
​​​​​​​Şêniyên Efrînê li dijî tecrîd û dagirkeriyê rabûn
19 gulan, 2022   16:08
ŞEHBA

Ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û bîranîna şehîd Hakî Karer, rêxistina Kongra Star a herêma Efrînê meşek dar xist.

Meşa ku bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê tev lê bibûn, ji ketina gundê Til Qerah ê Şehbayê dest pê kir. Di meşê de wêneyên şehîdan, posterên rêber Abdullah Ocalan û pankarên şermezarkirina tecrîdê hatin vekirin.

Meş li ber navenda Meclisa Malbatên Şehîdan rawestiya. Piştî rêzgirtinê endama Kongra Star a Efrînê Hêvî Silêman axivî, tecîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Armanca tecrîdê têkiliyên di navbera rêber APO û gel de were qutkirin. Yên ku tecrîdê ferz dikin divê bizanibin ku rêbertî di fikirê me de dijî, em li ser xet û felsfeya wî dijîn, rêbertî rêya azadiyê ji me re ronî kir. Ji ber wê tu kes nikare roja me tarî bike."

Li aliyekî din jî endama Yekitiya Jina Azad a Herêma Şehbayê Fatima Cemo jî wiha got: "Dewleta Tirk a dagirke planên xwe yên dijminane û projeyên xwe yên mêtîngeriyê didomîne, tevahî qanûnên mirovî û hiqûqî bin pê dike. Tirkiyê binkeftina xwe li Herêmên Parastinê yên Medyayê li hemberî berxwedana gerîlayan qebûl nake."

Mîtîng bi berzkirina diruşmeyên silavkirina rêber Ocalan û banag azadiya wî bi dawî bû.

ANHA