Dewleta Tirk a dagirker beşek ji penaberan li Girê Spî bi cih kir

Hate diyakirin ku dewleta Tirk a dagirker beşek ji penaberên Sûriyê li Girê Spî yê bi cih kir.

Dewleta Tirk a dagirker beşek ji penaberan li Girê Spî bi cih kir
19 gulan, 2022   18:50
EYN ÎSA

Dewleta Tirk a dagirker projeya xwe ya bicihkirina penberên Sûriyê li herêmên dagirkirî da destpêkirin.

Li gorî rapora 14'ê vê mehê ya Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, beşa yekem a penaberên Sûriyê ku ji 100 kesên ji Himus, Heleb, Idlib û Xûtaya Rojhilat a Şamê pêk tê ber bi kantona Girê Spî ya dagirkirî ve hatin şandin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji kantona Girê Spî dane, ew kes li taxên Lêl û Îskan di malên kurdên ku hatine koçberkirin, hatin bicihkirin.

Çavkaniyan ji ANHA'yê re diyar kirin, dewleta Tirk bi awayekî aktîv dest bi avakirina avahiyên mêtîngeriyê li aliyê rojava yê kantonê kiriye, piştî ku milkên koçberan ji aliyê meclisa Girê Spî ya girêdayî dagirkeran ve hatin desteserkirin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku meclisa xwecehî ya ser bi dagirkeriyê ve, hemwextî bicihkirina penaberan, xwediyên malên nêzî burca kehrebe ya nêzî çerxerêya Elem agahdar kirine ku malên xwe biterikînin. Her wiha got, ji ber hêrsa gel û lidarxistina xwepêşandanan li dijî bicihkirina penaberan, meclisa navborî ji vê agahdariyê paşde vegeriya.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, Tirkiyê soz daye penaberan ku heger li wan avahiyên bicih bibin wê malên hazirkirî bidin wan û belgeya parastinê (kimlik) bi wan re bihêle karibin di salê de 4 caran serdana Tirkiyê bikin. Di heman demê de perwerdeya xwe li gorî meteryalên tirkî temam bikin û desteka diravî bidin wan a ku projeyan vekin.

ANHA