Yekemîn Pêşangeha Pirtûkên Kurdî çawa hat nirxandin?

Nivîskarên ku beşdarî Pêşangeha Yekemîn a Pirtûkên Kurdî bibûn, diyar kir ku pêşangeh gaveke erênî ber bi pêşxistina çanda xewendin û nivîsandina bi zimanê kurdî di nava civakê de ye. Komîteya amadekar a pêşangehê jî diyar kir ku ew ê di salên pêş de dema pêşangehê dirêjtir bikin.

Yekemîn Pêşangeha Pirtûkên Kurdî çawa hat nirxandin?
19 gulan, 2022   07:34
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Ji bo pêşxistina çanda xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî û bi boneya 15'û Gulanê Roja Zimanê Kurdî, Desteya Çandê ya herêma Cizîrê Yekemîn Pêşangeha Pirtûkên Kurdî li Rojava, li Navenda Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo vekir.

Pêşangehê 3 rojan dewam kir û tê de 15 Weşanxane, Dîwana Wêjeyê, Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û Yekîtiya Nivîskaran Herêma Cizîrê cih girtin.

'ŞOREŞA 19'Ê TÎRMEHÊ ZIMANÊ KURDÎ JI PIŞAFTINÊ PARAST'

Nivîskar û rewşenbîrê Kurd Salihê Heydo ku bi 12 navnîşanên li ser dîroka Kurdayetî, Foklor, Çanda Kurdî û Kevneşopiyên dîrokê yên Kurdî beşdarî pêşangehê bû, teqez kir ku vekirina pêşangehê ji bo wî cihê şanaziyê ye û ji bo pêşxistina çandina xwendin û nivîsandina bi Kurdî gaveke erênî ye.

Li gor komîteya amadekar, armanc ji vekirina pêşangehê nîşandana berhemên wêjeyî yên nivîskarê Kurd, parvekirina wê ji bo nifşên bê da li dibistanan bixwînin, û bibe derfet ku pirtûkên kevin bên pêşandan û pirtûkên nû bên çapkirin.

Salihê Heydo di dewama axaftina xwe de got: "Beriya şoreşa 19'ê Tîrmehê zimanê Kurdî rastî gelek astengiyan dihat, ji ber siyasetên desthelatê xwendin û nivîsandin beriya şoreşê zehmet bû."

'ZIMANÊ ME NASNAME Û DÎROKA ME YE'

Heydo bal kişand ser rola Şoreşa Rojava û Rêveberiya Xweser a bakur û Rojhilatê Sûriyê di parastin û pêşxistina zimanê Kurdî di nava civakê de bi rêya vekirina dibistan, peymangeh û zanîngehên taybet û fermîkirina zimanê Kurdî û damezrandina saziyên ragihandinê yên bi zimanê Kurdî.

Nivîskar û lêkolîner Salihê Heydo tekezî li ser girîngiya parastina destkeftiyên şoreşê kir û got: "Ziman roleke sereke di parastina hebûn û dîroka civakê de dilîze, bi ziman parastina hebûnê li hember siyasetên qirkirinê tê kirin. Zimanê me hebûn û dîroka me ye, divê em zimanê xwe biparêzin û pêş bixin."

'DIVÊ KURD BÊHTIR PIŞTGIRÎ BIDIN PÊŞANGEHÊ'

Li aliyê din ji rêveberiya Weşanxaneya Şilêr, Zara Mihemed rexne li beşdarbûna lawaz a mamosteyên zimanê Kurdî kir û got: "Vekirina vê pêşangehê dilê Kurdan xweş kir, lê tevî beşdarbûna gelek weşanxane û pirtûxaneyan jî, beşdarbûna mamosteyên zimanê Kurdî lawaz bû.”

Zara Mihemed diyar kir ku zimanê Kurdî di çend salên borî de bi awayekî berçav pêşket, gelek pirtûk hatin çapkirin, ji bo parastina dîroka Kurdayetiyê gavek e û got:" Em bi hêvî ne hemû Kurd, taybet nivîskar û mamosteyên ziman, piştgiriya vê pêşangehê bikin."

'DÊ PÊŞANGEH DI SALÊN BÊ DE BERFIREHTIR BE'

Endamê Komîteya Amadekar a pêşangehê Ebdulmecîd Xelef jî da zanîn ku di pêşangehê de 10 hezar pirtûk û 2 hezar û 524 navînşan hatin pêşandan.

Di pêşangehê de 2 panel (zimanê Kurdî hebûna me ye, bîranîna zimanê Kurdî) hatin lidarxistin, fîlmê (Rûpelên Sor) jî hat pêşandan, gelek pirtûkên nû jî hatin îmzekirin.

Endamê Komîteya Amadekar a pêşangehê Ebdulmecîd Xelef teqez kir ku ew ê hemû kêmaniyên çêbûne nîqaş bikin û rojên pêşangehê dirêjtir bikin û ji bo pêşxistina pêşngehê di salên bê de peywendî bi weşanxane û pirtûkxaneyên herêmên din ên Kurdistanê re bikin.

(şt)

ANHA