'Dewleta Tirk dixwaze herêmê di rewşeke aloz de bihêle'

Şanonivîs û derhêner Deham El-Setam diyar ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc dike ku qada dagirkiriyê berfireh bike û herêmê di rewşeke aloz de bihle.

'Dewleta Tirk dixwaze herêmê di rewşeke aloz de bihêle'
19 gulan, 2022   07:08
HESEKÊ - BASIL REŞÎD

Êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrişên bi hevkariya PDK'ê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.

Şênî jî nerazîbûna xwe ya li ser van êrişan û lawazbûna rola Amerîka û Rûsyayê yên derbarê de nîşan didin.

Di vê çarçoveyê de, şanonivîs û derhêner Deham El-Setam diyar kir ku ji mafê sûriyan bi hemû pêkhateyên xwe ye ku li hember rêxistinên dagirker û êrişker ji her dewletî bisekinin.

Setam nerazîbûn li hember êrişên dewleta Tirk û koçberkirina şêniyan nîşan da û got: "Armanca dagirkeriya Tirk ew e ku qada dagirkiriya xwe berfiretir bike, împratoriya Osmanî ji nû ve zindî bike, çavnebariya aborî zêdetir bike û herêmê di rewşeke nearam de bihêle."

Şanonivîs û derhêner Deham El-Setam sedema bêdengiya navneteweyî spart berjewendiyên hevbeş ên di navbera Yekitiya Ewropa, Amerîka û Rûsya de ye. Her wiha daxwaz kir ku sînorek ji dagirkeriya Tirk a li herêmê were dayîn û koçber vegerin ser mal û milkê xwe.

ANHA