Mamoste Mistefa Kihêl: Bandora çekên kîmyewî li ser xweza, jîngeh û mirovan domdar e

Mamosteyê kîmyayê Mistefa Kihêl têkildarî bikaranîn çekên kîmyewî li dijî gerîla, da xuyakirin ku çekên kîmyewî bi armanca qirkirinê têne bikaranîn.

Mamoste Mistefa Kihêl: Bandora çekên kîmyewî li ser xweza, jîngeh û mirovan domdar e
19 gulan, 2022   06:56
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Êrişên dewleta Tirk a qirker li dijî Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. Di 6 mehan de 323 caran çekên kîmyewî û gazên jehrî li dijî gerîlayên HPG û YJA Starê bi kar anîn.

Herî dawî HPG’ê di bîlançoya mehekê de eşkere kir ku 164 caran bombeyên gazên kîmyewî li dijî hêzên wan hatine bikaranîn.

Têkildarî êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker, bandora çekan, cure û armanc ji bikaranîna wan, mamosteyê kîmyayê yê Zanîngeha Rojava Mistefa Kihêl ji ANHA`yê re axivî. Mistefa Kihêl da xuyakirin ku çekên kîmyewî xwedî bandoreke giran in, armanc jê jî pêkanîna komkujî û qirkirinê ye.

Mistefa Kihêl da zanîn ku bandora çekên kîmyewî bi salan dewam dike û mînakên wê jî Vîetnam û Helebce ne û wiha dom kir: “Bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest da, bandor li ser xwezayê ma. Heta bi zarokên ku nû ji dayik dibin jî ne normal in.”

Mistefa Kihêl got: “Madeyên ku niha gelekî tên bikaranîn; gazên xerdel, sarîn û fosfora spî û gaza nîtrojen oksîd in. Madeyên navborî tên zanîn lê gelek hene li ser asta zanistî nehatine belavkirin û wek sirên dewletan dimînin û li gorî berjewendiyên xwe bi kar tînin.”

Mistefa Kihêl da xuyakirin ku bikaranîna gazên kîmyewî bandore li rûbereke berfireh dike û xwezaya wê deverê diguherîne û got: “Dema gaz dikeve laşê mirov, nexweşiya penceşêrê derbasî hemû şaneyên laş dibe, bandoreke giran li dil û hinavan, siniran û hetanî nêrîna çavên mirov dike. Wê demê nifşeke ne normal diafirîne. Zirarê li xwezayê jî dike, xweza jî diguhere.”

Mistefa Kihêl wiha berdewamî da axaftina xwe: “Fosora spî jî bi oksîjenê re reaksiyonê çêdike û şewatê li ser laş çêdike. Ew made dikeve hundirê laş jî, hetanî pişikê jî dihelîne. Mînaka wê jî bikaranîna wê li dijî Rojava bû ku li ser laşê zarokê bi navê Mihemed hat xuyakirin.”

Di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Serêkaniyê yên sala 2019`an de, çekên kîmyewî bi kar anîn. Nîşaneyên wê jî li ser bedena zarokê bi navê Mihemed Mihemed xuya kirin û bûbû rojeveke sereke.

Mistefa Kihêl bal kişand ser bandora çekên kîmyewî li ser xweza û jîngehê jî û got: “Bi dehan salan bandorê li pişt xwe ve dihêle. Her cureyek xwedî demeke bandore ye. Darên fêkiyan nema berhemeke normal didin û heta bandorê kevirên di çem û deryayan de jî dike.”

Kihêl got: “Ji aliyê jîngehê de, guhertinê ne tenê di herêma ku lê tê bikaranîn de dimîne, bandorê li derdorê jî dike. Dema guhertin di şînkahiyê de çêdibe bandorê li jiyanê bi giştî dike.”

Mistefa Kihêl diyar kir ku ji ber bandorên bi vî awayî bikaranîna çekên kîmyewî di cîhanê de hatiye qedexekirin û wiha dom kir: “Lê mixabin berjewendiyên dewletan û têkiliyên wan bi hev re hiştiye ku bêdengiya li ser bikaranîna wan çêbe. Dewleta Tirk di salên berê de li dijî Ermenan çekên kîmyewî bi kar anîn, beriya çend salan cîhanê nû dewleta Tirk şermezar kir.”

Her wiha Mistefa wiha berdewamî da axaftina xwe: “Di dîrokê de dewleta Tirk gelek caran gundên herêma Aliya ya niha girêdayî Girkê Legê ye, şewitandine, dema şewat pêk dihat ne tenê mirov hedef digirtin, xwezayê jî bi xwe re dibir.”

Di axaftina xwe de Mistefa Kihêl bal kişand ser giringiya Rojhilata Navîn ji dewleta Tirk a dagirker re û sedema bikaranîna wê ji çekên kîmyewî û got: “Dewleta Tirk ne xwediyê vê xakê ye, di dîrokê de tê naskirin ku ji Asyaya Navîn derbasî herêmên me bûn.”

Mistefa Kihêl da xuyakirin ku bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîlayên HPG û YJA Starê hedefgirtina gelan e û got: “Sûcên dewleta Tirk li dijî mirovahiyê ye.”

Mamoste Mistefa Kihêl wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Derxistina belgeyên bikaranîna çekên kîmyewî ji pispor, rojnamevan û rewşenbîrên me tê xwestin.”

ANHA