Nûra El-Hamid: Peymana Civakî mafên jinê diparêze

Endama komîteya teng a Peymana Civakî Nûra El-Hamid diyar kir ku ji rêgezên bingehîn yên Peymana Civakî, jin saziyên xwe yên xweser ava bike û bi vîna xwe azad be û da zanîn ku Peymana Civakî parastina mafên jinê dike.

Nûra El-Hamid: Peymana Civakî mafên jinê diparêze
19 gulan, 2022   07:28
MINBIC-SELWA EBDUREHMAN

Civînên komîteya sazkirina reşniva Peymana Civakî bi welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo nîqaşkirina bendên peymanê dewam dikin.

MSD'ê di kongreya niştîmanî ya şêniyên Cizîrê û Firatê de ku 25'ê Mijdara 2020'an li bajarê Hesekê lidar xistibû biryar dabû ku ji nû ve Peymana Civakî di ber çavan re bê derbaskirin.

Ji bo pêkanîna vê biryarê, Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di15'êTîrmeha 2021'an de komîteyeke teng ku ji 30 endaman pêk tê ava kir.

Komîteyek ku ji 158 endaman pêk tê reşnivîsek ji Peymana Civakî ku ew ê weke destûrekê be û qanûna ava bike amade kir.

Komîteya berfireh a sazkirina Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 11'ê Nîsana îsal de yekemîn civîna xwe li gel meclisên rêveber û qanûnsaz ên herêma Cizîrê li dar xist. Ji 12'ê Nîsanê ve jî komîteya teng dest bi lidarxistina civînan li gel meclisên bajar û navçeyên herêmên Cizîrê, Firat û Efrînê kir.

Armanc li wan civînan guhdarkirina li nerînên gel û girtina pêşniyaran, paşê dê komîteya teng careke din reşnivîsê ber çavan derbas bike û radestî Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser bike.

Reşnivîsa Peymana Civakî ji 4 beşên serke pêk tê; rêgezên bingehîn, maf û erkên sereke, sîstema civakî ku ji 99 bendan pêk tê hene.

Di reşnivîsê de bendên 1-22-23-44 ên taybet bi mafên jinê hene ku dibêjin, Rêveberiya Xweser li ser bingeha sîstema demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ye.

Di wan bendan de wekheviya zayendî hatiye misogerkirin, tevahî cûreyên tundiya li ser jinan û cûdekarî wekî sûc tên destnîşankirin û sûcdar li gorî qanûnan tê cezakirin. Her wiha hevjiyana azad tê misogerkirin.

Di beşê 3'an de bi navê "sîstema civakî" de, beşa yekê, madeya 70 behsa beşdariya jinê bi rêjeya 50% di nava meclisan de dike, her wiha di nava peymanê de gelek bendên parastina jinê di aliyên siyasî, civakî û leşkerî de hene.

Endama komîteya teng a Peymana Civakî Nûra El-Hamid dibêje: "Me komîteyeke teng ji bo sazkirina Peymana Civakî ya ku ji 99 bendan û 4 deriyan pêk tê û parastina mafên jinê dike ava kir."

Nûra El-Hamid diyar kir ku ji dema komîteya teng hatiye avakirin ve, hebûn û mafên jinê û beşdariya bi rêjeya 50% di nava saziyan de di ber çavan re hatiye derbaskirin.

Nûra El-Hamid destnîşan kir ku di nava rêgezên bingehîn ên peymanê de behsa avakirina saziyên xweser ên jinê tê kirin, divê jin xwedî vîneke azad be, di navbera jin û mêran de di hemû aliyan de wekhevî bê avakirin.

Endama komîteya teng a Peymana Civakî Nûra El-Hamid got: " Peymana Civakî mafên jinê misoger dike, da ku jina ber bi azadiyê ve biçe û xwe di civakê de isbat bike, dema êriş çêbibe jî parastina xaka xwe bike."

Der barê civînên ku bi gel re tê lidarxistin jî got:"Em hatin erkdarkirin ku bi gel re civînan lidar bixin, ji ber ku mafên şêniyên herêmê hatiye parastin, gel mekanîzmeya rêveberiya xweser û sivîl destnîşan dike."

Endama komîteya teng a Peymana Civakî Nûra El-Hamid di dawiyê de got, şêniyan di civînan de nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman, da ev peyman hemû gelê Sûriyê bigire nav xwe.

(şt)

ANHA