Li Qamişlo serjimarî bi dawî bû

Li bajarê Qamişlo û gundên wê xebatên serjimartiyê bi dawî bûn.

Li Qamişlo serjimarî bi dawî bû
18 gulan, 2022   18:28
QAMIŞLO

Piştî Nivîsgeha Plansaziyê Serjiamrî li herêma Dêrikê û navçeyên kantona Qamişlo bi dawî kir, duh dest li bajarê Qamişlo û gundên wê xebatên serjimariyê dest pê kir. Armanc ji vê yekê tomarkirina hejmara şêniyan, malbatan, ên li derve û yên koçber û rewş, kar û navnîşanên wan li Bakur Û Rojhilatê Sûriyê ye.

Serjimarî bi beşdariya 600 mamosteyan , endamên komîn û meclisên taxan, bê pirsgirêk û astengî, bi hevkariya şênî û tîmên serjimariyê, bi dawî bû.

Serjimarî di 26'ê Nîsana borî de li herêma Koçerat a Dêrikê dest pê kir û du roj dom kir. Her wiha di 7'ê  Gulanê de li navenda navçeya Dêrikê, Berav, nevçeyên Til Koçer, Çilaxa û Girkê Legê dest pê kir. Serjimarî li navçeyên Tirbespiyê, Til Hemîs û Til Birak ên kantona Qamişlo bi dawî bû.

ANHA