​​​​​​​ASLEF`ê ji bo azadiya rêber Ocalan bang kir

Yek ji sendîkayên herî mezin ên Îngilîstanê, Sendîkayên Agirkujan û Endezyarên Lokomotîf (ASLEF) di kongreya xwe ya îsal de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang kir.

​​​​​​​ASLEF`ê ji bo azadiya rêber Ocalan bang kir
18 gulan, 2022   18:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Sendîkayên Agirkujan û Endezyarên Lokomotîf (ASLEF) di kongreya xwe ya îsal a ku li bajarê Bournemouth ê Îngilîstanê hatî lidarxistin de ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang kir.

Di kongreya îsal ya ASLEF a li bajarê Bournemoûth a Îngilîstanê hat lidarxistin de ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang hat kirin.

Di kongreya sendîkayê ku zêdeyî 25 hezar endamên wê hene de delegeyan posterên rêber Abdullah Ocalan hilgirtin û bi yek dengî  “Ji Ocalan re Azadî” gotin.

Endamê Desteya Rêveber a ASLEF’ê Marz Colombînî di kongreyê de axivî û got, “Ocalan ji sala 1999’an û vir ve di girtîgehê de ye. Nêzîkî çaryek sedsalê ye di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin. Gelek aliyên wî yên dişibin yên Nelson Mandella hene. Weke ASLEF’ê em tevlî kampanya azadiya Ocalan bûn û di çarçoveya vê kampanyayê de ji bo dilsoziya bi Ocalan û gelê Kurd re posterên Ocalan radikin.”

Nûneran piştre bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wêneyên xwe kişandin.

Di kongreyê de gelek rêveberên sendîkayan, wekîl û nûnerên saziyên sivîl jî amade bûn.