​​​​​​​Li Helebê şehîdên meha Gulanê bi meşekê hatin bibîranîn

Li Helebê bi boneya Roja Şehîdan, meşek hat lidarxistin.

​​​​​​​Li Helebê şehîdên meha Gulanê bi meşekê hatin bibîranîn
​​​​​​​Li Helebê şehîdên meha Gulanê bi meşekê hatin bibîranîn
​​​​​​​Li Helebê şehîdên meha Gulanê bi meşekê hatin bibîranîn
​​​​​​​Li Helebê şehîdên meha Gulanê bi meşekê hatin bibîranîn
​​​​​​​Li Helebê şehîdên meha Gulanê bi meşekê hatin bibîranîn
​​​​​​​Li Helebê şehîdên meha Gulanê bi meşekê hatin bibîranîn
​​​​​​​Li Helebê şehîdên meha Gulanê bi meşekê hatin bibîranîn
18 gulan, 2022   17:55
HELEB

bi boneya Roja Şehîdan û bi diruşma "Bi hêza gerîla, hevgirtina gelan û bi fedekariyên şehîdên xwe em ê dagirkerî û êrişan têk bibin" Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê û Federasyona Gaziyan meşek li taxa Şêxmeqûsd li dar xist.

Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê beşdarî meşê bûn. Meş ji pêşniya hola civînan a beşê rojava yê taxa Şêxmeqûsdê dest pê kir. Di meşê de wêneyên şehîdan û posterên rêber Abdullah Ocalan hatin hildan û diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hatin berzkirin.

Meş li qada Şehîd Gelhat a beşê rojhilatê taxê rawestiya.

Ji bo şehîdên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Paşê endamê Federasyona Gaziyan Mistefa Mihemed axivî, şehîd Hakî Karer û tevahî şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn û got:  "Şehîd Hakî Karer roleke sereke di avakirina Tevgera Rizgariya Kurdistanê de list. Ji 44 salan ve em li ser xeta wî û xeta şehîdên tevgerê dimeşin."

Piştre endama Rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Roşan Mihemed got: "Em bejna xwe li hemberî hemû şehîdên parastina gelên bindest ditewînin.  Li beramberî lehengiya wan ziman lawaz dibe.  Şehîd di dilê me de ne."

Çalakî bi diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla û dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

ANHA