Jinên Ciwan ên Minbicê piştgirî da berxwedana gerîla

Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Minbicê bi daxuyaniyekê piştgirî da berxwedana gerîla ya li dijî êrişên dewleta Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Jinên Ciwan ên Minbicê piştgirî da berxwedana gerîla
18 gulan, 2022   14:39
MINBIC

Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Minbicê bi armanca piştevaniya berxwedana gerîlayan a li hemberî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk û PDK'ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyanî da.

Daxuyanî ji aliyê yek ji rêveberên Yekitiya Jinên Ciwan Şêrîn Mihemed El-Ehmed ve li pêşiya navenda yekitiyê hate xwendin. Di daxuyaniyê de piştgiriya bi gerîlayên li Zap û Metîna hate dayîn û hate gotin bi vê seferberiyê dê dewleta Tirk têk bibin.

Her wiha hate destnîşankirin ku Yekitiya Jinên Ciwan qebûl nake ku dewleta Tirk a dagirker bi hustekê ji xaka wan dagir bike û dê armancên xwe pêk neyne.

Yekitiya Jinên Ciwan di daxuyaniya xwe de soza da ku dê bi îsrar bi gerîla li çiyayên Kurdistanê bisekinin, dê li gorî rêgezên parastina cewerî û fikirên rêber Ocalan û şerê dijmin tev bigerin da ku ewlehî û aramiyê li tevahî herêman pêk bînin.

Daxuyanî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana gerîla û şehîd namirin bi dawî bû.

(bx)

ANHA