Li seranserî herêma Cizîrê şehîd hatin bibîranîn -HATE NÛKIRIN

Şêniyên bajar û navçeyên herêma Cizîrê têkoşer Hakî Karer û şehîdên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne, bi bîr anîn.

Li seranserî herêma Cizîrê şehîd hatin bibîranîn -HATE NÛKIRIN
Li seranserî herêma Cizîrê şehîd hatin bibîranîn -HATE NÛKIRIN
Li seranserî herêma Cizîrê şehîd hatin bibîranîn -HATE NÛKIRIN
Li seranserî herêma Cizîrê şehîd hatin bibîranîn -HATE NÛKIRIN
Li seranserî herêma Cizîrê şehîd hatin bibîranîn -HATE NÛKIRIN
Li seranserî herêma Cizîrê şehîd hatin bibîranîn -HATE NÛKIRIN
Li seranserî herêma Cizîrê şehîd hatin bibîranîn -HATE NÛKIRIN
Li seranserî herêma Cizîrê şehîd hatin bibîranîn -HATE NÛKIRIN
Li seranserî herêma Cizîrê şehîd hatin bibîranîn -HATE NÛKIRIN
Li seranserî herêma Cizîrê şehîd hatin bibîranîn -HATE NÛKIRIN
Li seranserî herêma Cizîrê şehîd hatin bibîranîn -HATE NÛKIRIN
Li seranserî herêma Cizîrê şehîd hatin bibîranîn -HATE NÛKIRIN
Li seranserî herêma Cizîrê şehîd hatin bibîranîn -HATE NÛKIRIN
Li seranserî herêma Cizîrê şehîd hatin bibîranîn -HATE NÛKIRIN
Li seranserî herêma Cizîrê şehîd hatin bibîranîn -HATE NÛKIRIN
Li seranserî herêma Cizîrê şehîd hatin bibîranîn -HATE NÛKIRIN
Li seranserî herêma Cizîrê şehîd hatin bibîranîn -HATE NÛKIRIN
Li seranserî herêma Cizîrê şehîd hatin bibîranîn -HATE NÛKIRIN
Li seranserî herêma Cizîrê şehîd hatin bibîranîn -HATE NÛKIRIN
Li seranserî herêma Cizîrê şehîd hatin bibîranîn -HATE NÛKIRIN
Li seranserî herêma Cizîrê şehîd hatin bibîranîn -HATE NÛKIRIN
Li seranserî herêma Cizîrê şehîd hatin bibîranîn -HATE NÛKIRIN
Li seranserî herêma Cizîrê şehîd hatin bibîranîn -HATE NÛKIRIN
Li seranserî herêma Cizîrê şehîd hatin bibîranîn -HATE NÛKIRIN
Li seranserî herêma Cizîrê şehîd hatin bibîranîn -HATE NÛKIRIN
Li seranserî herêma Cizîrê şehîd hatin bibîranîn -HATE NÛKIRIN
18 gulan, 2022   14:21
 NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo bîranîna şehîd Hakî Karer, şehîdên Meha Şehîdan, Meclisên Malbatên Şehîdan ên Hesekê, naçeyên Şedad, Til Birak, Til Hemîs, Tirbespiyê, Çilaxa, Girkê Legê û Dêrikê yên Herêma Cizîrê merasîmên bîranîn li dar xistin.

HESEKÊ

Li Hesekê Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo 59 şehîdên meha Gulanê merasîmek li hola Reşo ya li taxa Mişêrfe li dar xist.

Bi sedan şêniyên Hesekê û malbatên şehîdan, endamên navend, saziyên sivîl û leşkerî tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Hesekê Sûzan Hesekê axivî û şehîd Hakî Karer û şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: "Van şehîdan ji bo projeya biratiya gelan têkoşiya, xaka me prastin, ne ji wan bûya em îro ne di ewlehî û aramiyê de bane."

Her wiha Sûzan Hesekê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Îsal wê bibe sala azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û felsefeya wî çareseriya herî guncaw ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re ye."

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Fatme Hisên axivî û got: "Bi saya wan şehîdan û serokê xwe em hene. Em hêza xwe ji malbatên şehîdên xwe digirin.

Di dawiya merasîmê de meclisê, sînevizyonek têkildarî 59 şehîdên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG-YPJ), Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Displîna Leşkerî û Erka Xweparastinê hate pêşanda.

DIRÊBSIYÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê bi heman mebestî, 72 şehîdên di mehên Çile, Sibat, Adar, Nîsan û Gulanê bi merasîmekê li Navenda Çand û Hunerê ya navçeyê bi bîr anîn.

Endamên saziyên sivîl û lekerî tev li merasîmê bûn. Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Edle Misto axivî û hemû şehîdan bi bîr anî û banga xwedîdertina li nirxên şehîdan kir.

Şêwirmenda Meclisa Kantona Qamişlo Zeyneb Şîtka jî axivî û diyar kir ku serkeftinên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine bidestxistin berhemên keda şehîdan e.

Her wiha têkoşer Hakî Karer bi bîr anî û destnîşan kir ku berxwedana wî berdewam e.

Paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Hemîd Miêş navên 72 şehîdan xwend. Di dawiyê de sînevizyonek têkildarî axaftina rêber Abdullah Ocalan li ser şehîdan hat pêşandan.

ŞEDADÊ

Li Şedadê jî tevî şehîd Hakî Karer 50 şehîdên din ên mehên Nîsan û Gulanê  hatin bibîranîn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê merasîma bîranînê li hola Huriye ya Meclisa Navçeyê li dar xist. Bi dehan şêniyên herêma başûrê Hesekê û malbatên şehîdan tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Ebîr El-Nezal navên şehîdan xwend.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Ela El-Îbrahîm axivî, serkeftinên ku li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine bidestixstin, li şehîdan û malbatên wan pîroz kir û diyar kir ku ev serkeftin berhemên keda şehîdan in.

El-Îbrahîm li ser şehadeta Hakî Karer jî got, şehadeta wî komployeke bû ku di sala 1977'an de hatibû plankirin. Her wiha anî ziman ku şehîd Hakî Karer ji bo tevahî nifşan û gelên azadîxwaz mînake

El-Îbrahîm û soza şopandina rêya şehîdan heta tunekirina hemû komployên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî projeya neteweya demokratîk da.

TIL BIRAK

Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Birakê bi merasîmekê li hola Navenda Çandî şehîdên meha Gulan bi bîr anîn.

Di merasîmê de bi dehan malbatên şehîdan û endamên saziyên sivîl û leşkerî amade bûn. Endama rêveber a meclisê û hevseroka Nivîsgeha Kar û Barên Civakî û Xebitandinê ya Til Birakê Hindirîn Sîno axivî û rola şehîdan di pêkanîna jiyaneke azad û bi rûmet de ji gelên herêmê re silav kir.

Her wiha endamê rêveber ê Meclisa Leşkerî ya Til Birakê Ehmed El-Deran axivî û got, şehîd kilîta azadiyê ne û bingeha avakirina welatan e.

Di dawiyê de sînevizyonek têkildarî dîroka têkoşîna rêber Abdullah Ocalan û şehîdan hat pêşandan.

TIL HEMÎS

Şêniyên navçeyê 51 şehîd Gulanê bi merasîmekê bi bîr anîn.

Merasîm li navenda çandî ya navçeyê li dar ket. Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Selma Ehmed axivî û hemû şehîdên azadiyê û rûmetê bi bîr anîn û got: "Şehîd Hakî Karer ji bo rakirina zilmê li ser tevahî gelan, tê dikoşe."

Selma soza şopandina şehîdan da.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Navçeya Til Hemîsê Xalid El-Nayif axivî soza şopandina rêya şehîdan da.

TIRBESPIYÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê şehîdên Nîsan û Gulanê de bi merasîmekê bi bîr anîn. Merasîm li hola Kluba Siyahî li dar ket.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Dîrok Mele Beşîr axivî û got Tevgera Rizgariya Kurdistanê ji bo têkbirina komployên dewleta Tirk û alîgirên wê û ji bo azadiya gelên herêmê bi hezaran şehîd da.

Her wiha diyar kir ku dewleta Tirk bi armanca têkbirina vîna gelan tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocalan ferz dike.

Di merasîmê de sînevizyonek têkildarî nirxandinên rêber Abdullah Ocalan ên derbarê şehîdan de û wêneyên şehîdan hate pêşandan.

Di dawiya merasîmê de, wesîqeyên şehadeta şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wê hatin kirin.

ÇILAXA

Li Çilaxa jî merasîmê bîranîna 6 şehîdên mehên Nîsan û Gulanê hat lidarxistin.

Di merasîma bîranînê de, endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Ciwahir Osman axivî û şehîdên tevgera azadiyê bi bîr anîn û got, projeya neteweya demokratîk projeyeke bi qasî mezinahiya şehîdan, mezin e û got: "Ramanê rêber Ocalan demokratîk in, jiyaneke bi azad a dûrî şer armanc dike."

Di merasîmê de sînevizyonek têkildarî şehîdan hate pêşandan. Her wiha wesîqeyên şehadeta şehîdan hatin xwendin û radestî mablatên wan hatin kirin.

GIRKÊ LEGÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê bi merasîmekê 35 şehîdên mehên Nîsan û Gulanê şehîd bîr anîn.

Merasîm li parka Rimêlan a li bajarokê Rimêlan hat lidarxistin. Hevserokê Nivîsgeha PYD'ê ya Girkê Legê Mistefa Mam Xêr axivî û diyar kir ku bi saya şehîdan û ramanê rêbetî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava aramiyê de û banga xwedîdeketina li nixên şehîdan kir.

Piştre sînevîzyoneke li ser şehîdan hate pêşandain û endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Şehnaz Ebdo nasnameyên şehîdan xwendin.

Merasîm bi diruşmeyên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

DÊRIK

Ji bo 57 şehîdên mehên Nîsan û Gulanê, bi pêşengtiya malbatên şehîdan, bi sedan şêniyn navçeya Dêrikê û herêma Berav, li ketina navçeyê kom bûn û ber bi gundê Birûc ê herma Koçeretê ve meşiyan.

Hola gund bi wêneyên şehîdan, wêneyên rêber Abdullah Ocalan hate xemilandin.

Piştî deqeya rêzgitin, ji rêveberên PYD'ê Rûbar Dêrik axivî, di kesayeta şehîd Hakî Karer hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn û got: "Bi saya wan em gihiştine vê qonaxa dîrokî Ji destpêka avabûna tevgerê, planên dewleta faşîst a Tirk û PDK'ê li ser tevgerê ranewestiya ne."

Dêrik banga xwedîdertina li şehîdan kir û got: "Bîranîna şehîdan erkek dikeve ser mile me. Ji bo azadiya gelê xwe me gelek berdêl dane. Ji ber vê destkeftiyên ku li herêmê hatine bidestxistina berhemên keda şehîdan e."

Piştre sînevîzyonek li ser axaftinên rêber Ocalan ên derbarê şehîdan de û dîroka Tevgera Rizgariya Kurdistanê de hate pêşandan.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Mehmûd Ehmed nasnameyên şehîdên Nîsan û Gulanê xwendin.

Merasîm bi diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.

QAMIŞLO

Bi boneya Roja Şehîdan, ji bo bîranîna şehîd Heqî Kerar û 175şehîdên mehên Nîsan û Gulanê, Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo merasîmek li dar xist.

Malbatên şehîdên Nîsan û Gulanê yên bajarê Qamişlo ku hejmara wan 175 şehîd bûn, bi rakirina wêneyên şehîdên xwe derbasî Goristana Şehîd Delîl Sarûxan bûn.

Li goristanê bi deqeyeke rêzgirtin merasîmê bîranîn dest pê kir.

Di merasîmê de axaftina rêber Abdullah Ocalan a di derbarê şehîdan de hat guhdarkirin. Rêber Ocalan wiha di axaftina xwe de got: “Heta niha me di dîrokê de pir şehîd dane, gelê me gelê şehîdan e. Gelê me li ser vê êşê mezin bûne, ji bo şehîdan vegerandin û teslîmbûyîn tune ye.”

Her wiha endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mîdya Mihemed di merasîmê de axivî diyar kir ku 45 sal li ser şehadeta li ser rêya heqîqet, vejîn, avakirina jiyan û nasnameyeke nû  ji bo gelekî ku eşqê jiyaneke birûmet derbas dibe û got: “Îro di meha şehîdan de qehremanên li çiyayên azad berxwedanekê didin meşand. Di eynê vê rojê de li Xakurkê bi çalakiyekê 28 dagirker têkbirin.”

Mîdya Mihemed da xuyakirin ku û got: “Şehîd Hakî Karer her û her digot divê xayîn li ser xaka Kurdistanê nemînin. Niha jî îxanetkarên ku dixwazin nasnameya gelê Kurd ji hebûnê dûr bixin.”

Mîdya Mihemed wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro ew îxanetkar li hemberî tevgera azadiyê derdikevin, baş tê naskirin ku milîtanên PKK tu carî bi tirs û dudilî nabin.”

Di axaftina xwe de Mîdya Mihemed destnîşan kir ku ew wek gelê Rojavayê Kurdistanê: “Kesayetê Hakî Karar ji bo xwe mînaka mezin digirin, her pakrewanek di tekoşîna azadiyê de rastiya Mezlûm Dogan û Hakî Karar temsîl dike.”

Merasîm bi berzkirina diruşmeyên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

TIL TEMIR

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/SMcwcDsswyM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li navçeyaTil Temirê jî şehîd Hakî Karer û 21 şehîdên mehên Nîsan û Gulanê hatin bîranîn. Merasîmê bîranînê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve bi beşdarbûna bi dehan malbatên şehîdan li hola meclisê hate lidarxistin.

Piştî rêzgirtinê, dayika şehîd Jînda, Hemdiya Kotî di kesayeta şehîd Hakî Karer de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn û got: "Îro rojeke dîrokî ji bo gelê Kurd e. Nabe malbatên Kurd bêjin ku şoreş qediya ye. Bila hemû malbatên şehîdan nas bikin ku şoreş berdewam e û divê di hemû qonaxan de amade bin. Divê em xeta zarokên xwe bişopînin û ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin."

Piştre bi sînevîzyonekê wêneyên 21 şehîdan hatin pêşandan.

Merasîm bi diruşmeyan bi dawî bû.

ANHA