Xeyas Neyîse vê êvarê mêvanê bernameyeke taybet a ANHA`yê ye

Têkildarî xeteriya projeya mêtîngeriyê ya dewleta Tirk a di bin navê “vegera dildarî ya penaberên Sûriyê” de û girêdana wê bi projeya Osmaniya nû re, vê êvarê muxalîfê sûrî Xeyas Neyîse beşdarî bernameyeke taybet a ajansa me dibe.

Xeyas Neyîse vê êvarê mêvanê bernameyeke taybet a ANHA`yê ye
18 gulan, 2022   14:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker di bin navê “vegera dildarî ya penaberên sûrî” de penaberên li Tirkiyê dersînor dike û li herêmên Sûriyê yên dagirkirî wan bi cih dike.

Dewleta Tirk ji destpêka aloziya Sûriyê ve û heta niha penaberên sûrî wekî amûreke zext û şantajê li dijî Ewropayê, kedkarên heqdesta wan kêm û wekî amûrên guhertina demografiya herêmên Sûriyê yên dagirkirî wan bi kar tîne.

Têkildarî mijarê, vê êvarê saet di 19:00`an de li gorî dema Qamişlo, muxlîfê sûrî û Koordînatorê Giştî yê Şepêla Çep a Şoreşger a Sûriyê Dr. Xeyas Neyîse tev li bernameyeke taybet a ajansa me dibe.

Hûn dikarin bernameyê li ser malpera ajansê û malperên fermî yên ANHA`yê li ser medya dijîtal bişopînin.

https://www.youtube.com/channel/UCW353iupRhL8OspPE50U2dg

https://www.facebook.com/hawarnews

/ar/

ANHA