​​​​​​​Siyasetmedar El-Xelîl li dijî planên dagirkeriyê yên Tirkiyê banga hevgirtinê kir

Sekretêrê Giştî yê Partiya Pêşxistin û Guhertina Demokratîk ji ber planên mêtîngeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li Sûriyê û Iraqê hişyar da û bang li gelên Sûriyê û Iraqê kir ku li hemberî dagirkeriya Tirk hevgirtî bin.

​​​​​​​Siyasetmedar El-Xelîl li dijî planên dagirkeriyê yên Tirkiyê banga hevgirtinê kir
17 gulan, 2022   23:36
HESEKÊ- BASIM El-DEXÎL

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser Sûriyê û Iraqê zêde kirine û bi hincetn bê bingeh mîna parastina ewlehiya xwe ya neteweyî û piştevaniya gelên herêmê li hemberî pergalên serdest an jî şerê li hemberî terorê destwerdanê li kar û barên welatan dike

Sekretêrê Giştî  yê Partiya Pêşxistin û Guhertin a Demokratîk Îbrahîm El-Xelîl ji ANHA'yê re axivî , bal kişand ser êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê û diyar kir ku dewleta Osmanî îslam wekî amûrekê ji bo kontrokirina cîhana erebî û ya îslamî bi kar dianî da ku planên xwe yên mêtîngeriyê pêk bîne.

El-Xelîl diyar kir ku tu têkiliyên dewleta Osmanî bi Îslamê re tune ye û wiha domand: "Heger em dîroka Osmanî bixwînin, em ê nas bikin ku tu têkiliyên wê bi Îslamê re tune ye. Dema ku cîhana erebî û ya îslamê 400 salan kontrol kiribû gendelî, zulm û nezanbûn lê belav kirin û heta roja îro bi hincetên cuda û di bin perdeya Îslamê de komkujiyan li dijî gelan pêk tînin."

El-Xelîl îşaret pê kir ku dîroka dewleta Osmanî tije komkujî ne, di nav de komkujiya li dijî ermenan a sala 1915'an û darvekirina rewşenbîran di 6'ê Gulana 1916'an ji aliyê Cemal Paşa ve. El-Xelîl dan zanin ku sûcên wan heta vê yek ranewstiya, lê neviya wê dewleta Tirk bi heman zihniyet û sîstemê komkujiyan li dijî gelên herêmê pêk tîne.

Îbrahîm El-Xelîl destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker di şerê xwe yên mêtîngeriyê de tu kesî dûr naxe û got: "Tu girêdana wê bi Îslamê ve tune ye, hewl dide sûdê ji şerê cîhanê bigire da ku li ser hesabê gelên herêmê serkeftinên osmanî vegerîne. Dewleta Tirk hemû tayîfe, Kurd, Ereb, Ermen û Elewî dikin hedef da ku hegemoniya xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz bike. Di heman demê de bi rêya ajanên xwe wekî PDK û aliyên di hikumeta Iraqê û çeteyên Sûriyê de Iraqê bixe bin kontrola xwe."

Siyasetmedar El-Xelîl bang li gelên li Sûriyê û Iraqê kir ku bi îdiayên dewleta Tirk ên avakirina herêmên ewle, an jî vegerandina penaberên Sûriyê nayên xapandin û da zanîn ku armanca wê dagirkerî ye, qutkirina herêman û hegemonî ye.

Her wiha bang li gelên her du welatan kir ku li hemberî dagirkeriyê bisekinin û got: "Em bînin ber çavê xwe bê dewleta Tirk a dagirker li Efrînê çi kiriye, bi rêya avakirina avahiyên mêtîngeriyê bi desteka kendavê demgorafiya herêmê diguhere."

Sekretêrê Giştî  yê Partiya Pêşxistin û Guhertin a Demokratîk Îbrahîm El-Xelîl  di dawiyê de got, hevgirtina gelên herêmê dikarin li hembereî projeyên dewlata Tirk a dagirke û mêtînger bibin bersiv û yekitiya xakê were parastin.

ANHA