Li Helebê panela "Birêxistinkirina civakê tolhildana ji koletiyê ye" hat lidarxistin

Dîwana Edaleta Civakî-Jin a girêdayî Kongra Star bi diruşmeya "Birêxistinkirina civakê tolhildana ji koletiyê ye" li taxa Eşrefiyê ya Helebê panelek li dar xist.

Li Helebê panela "Birêxistinkirina civakê tolhildana ji koletiyê ye" hat lidarxistin
Li Helebê panela "Birêxistinkirina civakê tolhildana ji koletiyê ye" hat lidarxistin
Li Helebê panela "Birêxistinkirina civakê tolhildana ji koletiyê ye" hat lidarxistin
Li Helebê panela "Birêxistinkirina civakê tolhildana ji koletiyê ye" hat lidarxistin
Li Helebê panela "Birêxistinkirina civakê tolhildana ji koletiyê ye" hat lidarxistin
17 gulan, 2022   16:13
HELEB

Panel li parka Efrîn bi amadebûna bi dehan nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî hat lidarxistin.

Panel li ser sê beşan (Mala Jinê, edalet,  jin û jiyan) hat birêvebirin.

Panel bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama rêveber  a  Dîwana Edaleta Civakî-Jin Fatme Hesen axivî û wiha got: "Nirxandina rewşa jinê di nava civakê de ji aliyê dîrokî û civakî ji bo doza jinê girîng e, ji ber ku jin ji mêran bêhtir kaniya jiyana civakî ya hevbeş û dozên civakî ye, weke ku jinbûn bi koletiyê girêdayî ye, mêr jî bi koletiyê ve hatiye girêdan."

/ar/uploads/files/2022/05/17/140232_fatmh-hsn.webp

Fatme Hesen diyar kir ku jin piştî damezrandina Yekitiya Star gihişt qada civakî û xwe birêxistin kir û beşdarî roseya avakirinê bû. Fatme Hesen ev tişt jî anî ziman: "Di qonaxa Kongra Star de, jin bû xwedî hêzeke mezin, perpirsyariyên xwe radike, banga mafên xwe dike û hesab dixwaze, di aliyên siyasî, leşkerî û aborî de beşdarî cihê xwe di şoreşa Rojava de girt."

‛SÎSTEMA BAVIKSALARÎ BI ZORA HÊZÊ XWE LI SER JINÊ FERZ KIR’

Endama Dîwana Edaleta Civakî Yasmîn Necar jî di beşa duyem a panelê de axivî û got: "Tevî li cîhanê guhertin di rewşa jinê de çêbûye, lê dîsa jî li nava mal û civakê de bandora desthilatiyê li ser têkiliya mêr bi jinê re heye. Ev yek di dîrokê de weke sîstemekê hatiya avakirin ku hêza mutleq daye mêr ku hêza xwe li ser jinê ferz bike."

Yasmîn Necar wiha domand: "Rêveberiya Xweser qanûna jinê derxistiye, ev gaveke mezin e, di wê qanûnê de wekheviya di navbera jin û mêran de tê misogerkirin, zewaca bi temenê biçûk û pirjinî tê qedexekirin,  her wiha ji bo jinên ku rastî tundiyê hatine mal hatiye avakirin, jiyaneke birûmet ji bo wan hatiye peydakirin û wekeviya mîrasê heye." 

"DIJMIN FITNE DI NAVBERA MALBAT Û JINÊ DE DERDIXE"

/ar/uploads/files/2022/05/17/140218_rwjyan-hsyn.webp

Di beşa sêyemîn de jî endama navenda lêkolînan a Jineolojî Rojiyan Hisên axivî. Rojiyan Hisên diyar kir ku li sernaserî cîhanê, di nav de Tirkiyê jin rastî tundî û kiryarên neexlaqî tên, jin her roj rastî êrişên dewleta Tirk  tên û ji mafên xwe tên mehrûmkirin. Li Îranê jî jin tê bidarvekirin. Li herêmên Sûriyê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, jin her roj rastî kuştin, destdirêjî û tundiyê tên.

Paşê deriyê nîqaşê li pêşiya beşdaran hat vekirin.

BI SAYA FIKRÊN RÊBER OCALAN JIN HAT RIZGARKIRIN

Endama rêveber a Hêzên Parastina Cewherî (HPC) Nebo Mihemed jî got: "Bi saya fikir û felsefeya rêber Ocalan jinê  karîbû xwe ji hişmendiya mêran û koletiyê rizgar bikin."

PÊŞNIYAR Û ENCAMNAME

Panel bi van pêşniyar û encamnameyê bi dawî bû:

Şikandina qalibên ku ji serdema Someriyan ve hatine avakirin û guhertina hişmendiya mêran û desthilatê bi rêya qanûn û cezayan.

Hişyarkirina bi çanda demokratîk.

Rola jinê di aliyên siyasî, civakî, aborî û çandî de bê xurtkirin.

Avakirina yekrêziya jinan bi rêya lidarxistina panel û komxebatan li seranserî Sûriyê, Rojhilata Navîn û cîhanê.

Destekdayîna ji bo ciwanan.

Vekirina perwerdeyan ji bo xebatên siyasî û dîplomatîk.

Panelên hevbeş der barê derûniya jinê de werin lidarxistin.

Mafên jinan bikeve meteryalên xwendinê.

Jin û mêr li ser pîroziya zewacê bên perwerdekirin.

Destek ji projeyên aborî yên jinan re werin dayîn.

(şt)

ANHA