​​​​​​​Tabloya "Çîroka Xaka Zeytûnê" li Şehba hate pêşandan

​​​​​​​Desteya Karûbarên Civakê bi hevkariya bi Komîna Wênexêziyê ya herêma Efrînê re tabloya bi sernavê "Çîroka Xakê Zeytûnê" piştî du mehan ji xebatê li kampa Berxwedan a Şehbayê pêşkêş kir. Tê de berxwedana şêniyên Efrînê li dijî planên dagirkeriya Tirk hate destnîşankirin.

​​​​​​​Tabloya "Çîroka Xaka Zeytûnê" li Şehba hate pêşandan
​​​​​​​Tabloya "Çîroka Xaka Zeytûnê" li Şehba hate pêşandan
​​​​​​​Tabloya "Çîroka Xaka Zeytûnê" li Şehba hate pêşandan
​​​​​​​Tabloya "Çîroka Xaka Zeytûnê" li Şehba hate pêşandan
​​​​​​​Tabloya "Çîroka Xaka Zeytûnê" li Şehba hate pêşandan
​​​​​​​Tabloya "Çîroka Xaka Zeytûnê" li Şehba hate pêşandan
​​​​​​​Tabloya "Çîroka Xaka Zeytûnê" li Şehba hate pêşandan
​​​​​​​Tabloya "Çîroka Xaka Zeytûnê" li Şehba hate pêşandan
17 gulan, 2022   17:39
ŞEHBA

Desteya Karûbarên Civakê bi koordînaya Komîna Wênexêziyê ya herêma Efrînê re destpêka Adara borî de dest bi projeya nexşekirina tabloya bi dirêjahiya 58 metreyan kir. Ew dirêjahî jî îşaretê bi qonaxa destpêkê ya Berxwedana Serdemê dike ku tê de rewşa kantona Efrînê ya beriya êrişên dagirkeriyê, dema êrişên dagirkeriyê û berxwedana şêniyan li hember êrişan, dema koçberiya ber bi kantona Şehbayê ve û girêdana bi bijarteya berxwedana li kampan heta rizgarkirina Efrînê û vegera lê, tê destnîşankirin.

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê, nûnerên ji partiyên siyasî, endamên sazî, yekitî û desteyên sivîl li qada kampa Berxwedanê ya li navçeya Fafînê ya kantona Şehba kom bûn, ku beşdarî pêşandana tabloya hunerî bibin.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre endamê rêveber ê projeya Çîroka Xaka Zeytûnê Egîd Xelîl li ser projeyê axivî ku tê de qonaxên berxwedana Efrînê nîşan dide.

Xelîl teqez kir ku berxwedana ku şêniyên Efrînê li kamp û malên wêrankirî raber dikin, dê bi rizgarkirina Efrîn û vegera lê, tacîdar bibe.

Li aliyekî din jî Hevseroka Meclisa Rêveber a kantona Efrînê Şêraz Hemo spasiya her kesê beşdarî vê projeyê bûye, kir û da zanîn ku mîna van çalakiyan ji cîhanê re îsbat dike ku gelê Efrînê çiqas bi rihê berxwedanê ve heta rizgarkirina xaka xwe û vegera li warên xwe ve girêdayî ye.

Piştî axaftinan, 15 wênesaz hatin xelatkirin.

ANHA