​​​​​​​Li Şedadê şehîd Ehmed Hesen El-Rehîm hate oxirkirin

Bi dehan şêniyên Şedadê û endamên saziyên leşkerî û sivîl cenazeyê şehîd Ehmed Hesen El-Rehîm ê şervanê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê spart axê.

17 gulan, 2022   15:43
HESEKÊ

Karwana şehîdan ji pêş Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê ber bi goristana şehîdan a Şedadê ve kete rê.

Li goristanê li ser navê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê yek ji fermandarên meclisê Seîd El-Elî sersaxiya malbata şehîd xwest û wiha got: "Berxwedana şêniyên herêmê têra têkbirina dagirker, çete û rizgarkirina xakê dike. Li herêmên me bi her cure şer heye; ji şerê aborî, şerê taybet bigire heta şerê leşkerî."

El-Elî da zanîn ku divê welatî li dora QSD’ê kom bidin, hevgirtî bin ku terorê têk bibin.

Li aliyekî din jî endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulmecîd Etiye wiha got: "Em çiqas li ser lehengiya şehîdan biaxivin, em nikarin mafên wan bidinê. Lê em dikarin ji fedekariyên wan re wefedar bin û destekfiyên wan biparêzin."

Etiye hişyarî da, ku divê gel nekevin xefka lîstok û fitneyên hêzên derve û hundir ên ji bo têkbirina projeya îstîqrarî û aştiya welatiyan.

Li dawiyê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ayat El-Îbrahîm wesîqeya şehîd Ehmed Hesen El-Rehîm xwend û radestî malbatê kir. Şehîd bi diruşm û tilîliyên dayikan hate veşartin.

(fr)

ANHA