Dagirker gundên rojhilatê Eyn Îsayê topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker gelek gundên rojhilatê Eyn Îsayê topbaran dikin, lê QSD’ê bersiva êrişan didin.

Dagirker gundên rojhilatê Eyn Îsayê topbaran dikin
17 gulan, 2022   15:43
EYN ÎSA

Di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Mielek, Kampa Eyn Îsa û rêya M4 yên li rojavayê Eyn Îsayê topbaran dikin.

Hemwextî wê gundên Cehbel, Fatsê, Sikêro yên li rojhilatê navçeyê bi çekên giran topbaran dikin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji baregehên li Kiromazat, Hemam Tirkmen û baregeha li Şirgirakê herêmê topbaran dikin, lê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di çarçoveya parastina rewa de bersiva topbaranan didin.

(fr)

ANHA