'Em dest ji malên xwe bernedin, Til Rifet nuqteya rizgarkirina Efrîn e'

Welatiyên Til Rifetê yên ku malên wan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine hedefgirtin, teqez kirin ku ew ê dest ji malên xwe berndin û gotin:"Dewleta Tirk a dagirker dixwaze vîna me lawaz bike û me bide koçberkirin."

'Em dest ji malên xwe bernedin, Til Rifet nuqteya rizgarkirina Efrîn e'
17 gulan, 2022   14:57
ŞEHBA-CÛDÎ SÎPAN

Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a biçek bombe li maleke li navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê barand û mala welatiyê bi navê Ibrahîm Şêxo yê ji gundê Rasim ê girêdayî navçeya Raco ya Efrîn dagirkirî bû hedef.

Ew balafira xwekuj hewil da bi rêya pencereyê derbasî malê bibe, lê li derve teqiya, balafira din jî neçar bû vekişe.

Di encama wê yekê de ziyanên madî çêbûn.

Di vê der barê de ajansa me hevdîtin bi xwediyên maê Ibrahîm Şêxo û hevjîna wî Sekîna Ismaîl re yên ku mala wan hat hedefgirtin kir.

Ibrahîm Şêxo diyar kir ku derdora saet 15:08'an balafira xwekuj hewil da derbasî malê bibe lê li derve teqiya.

Şêxo da zanîn ku ji dema ew di 2018'an de koçber bûye ev cara çaran e ku mala wî tê hedefgirtin.

Ibrahîm Şêxo got: "Eger ew balafir derbasî malê biba, ew ê hemû hatibana kuştin. Dagirker her roja Til Rifetê topbaran dike, dixwaze weke me ji Efrînê koçber kir ji vir jî koçber bikin."

Şêxo bal kişand ser bêdengiya civata navneteweyî û got:" Rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî derewan dikin, ew wateya mafên mirovan nas nakin, ji 4 salan ve herêm tê topbarankirin lê civata navneteweyî bêdeng e."

Ibrahîm Şêxo diyar kirku dagirker çi bike jî ew ê careke din dest ji malên xwe bernedin.

Li aliyê din, welatiya bi navê Sekîna Ismaîl jî got:" Dewleta Tirk dixwaze me ji Til Rifetê koçber bike, ew li dijî koçberên li Şehbayê çekên pêşketî bi kar tînin, balafirên bê mirov ên xwekujî ku derbasî malan dibin mînaka vê yekê ye."

Sekîna Ismaîl anî ziman ew nehêlin Til Rifet bê dagirkirin, Til Rifet weke nuqteya rizgarkirina Efrînê bi nav kir.

(bx)

ANHA