Klîpa “Berxwedana Avaşînê” di demeke nêz de derdikeve

Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya kantona Kobanê ji bo piştgiriya berxwedana gerîla kişandina klîba straneke nû bi dawî kir.

Klîpa “Berxwedana Avaşînê” di demeke nêz de derdikeve
17 gulan, 2022   11:21
 KOBANÊ

3 komên Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê klîba strana “Berxwedana Avaşînê” bi dawî kir.

Endamê rêveber ê navendê Osman Bekî diyar kir ku komên Botan, Gîvara û Korola Çand û Hunerê bi tevlêbûna gelek hunermendan klîba staranê bi dawî kir.

Ajansa me hinek dîmenên klîbê bi dest xist ku tê de dîmenên gerîla li çiyayên Kurdistanê, şehîdên cenga Zap û Avaşînê hene. Tê payîn ku stran di çend rojên bê de were weşandin.

(şx)

ANHA