Koçberên Girê Spî bang kir: Plana guhertina demografiya herêmên me rawestînin!

Koçberên Kampa Girê Spî hewldanên dewleta Tirk ên guhertina demografiya herêmên wan şermezar kirin û bang li penaberên sûrî kir ku bi planên mêtîngeriyê neyên xapandin. Her wiha bang li civata navneteweyî kir ku vegera bi ewle ya hemû penaberan mîsoger bike.

Koçberên Girê Spî bang kir: Plana guhertina demografiya herêmên me rawestînin!
17 gulan, 2022   11:51
EYN ÎSA

Îro bi sedan koçberên Girê Spî li qada Kampa Koçberên Girê Spî kom bûn û siyasetên dewleta Tirk yên guhertina demografiya herêmên wan şermezar kirin. Rûspiyên kantona Girê Spî, nûnerên Partiya Sûriya Pêşerojê û koçberên kampê tev li çalakiyê bûn.

Koçberê bi navê Salih El-Hecî daxuyanî xwend û tê de plana dewleta Tirk a dagirker a bicihkirina penaberên sûrî li herêmên Sûriyê yên dagirkirî û guhertina wan herêman, şermezar kir.

Her wiha hat diyarkirin ku dewleta Tirk bi vê yekê armanc dike fitneyê di navbera sûriyan de derxîne û bang li penaberan hat kirin ku bi vê planê neyên xapandin.

Di daxuyaniyê de îşaret pê hat kirin ku ev plan berovajî propagandaya dewleta Tirk, alzoiya Sûriyê dirêjtir dike û tu çareseriyan peyda nake.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û Komkara Erebî hat kirin ku destwerdan bikin û vê plana mêtînger rawestînin, alîkariyê nedin dewleta Tirk û hate gotin: “Armanca vê planê parçekirina Sûriyê û derxistina fitneyê di navbera sûriyan de ye.”

Rêxistinê Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê di 14`ê Gulanê de, dersînorkirina komeke penaberên sûrî yên li Tirkiyê bi rêya dergehê Girê Spî yê sînorî û şandina wan ber bi Sûriyê ve, belge kiribû.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî dagirkirina kantona Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve di 9`ê Cotmeha 2019`an de, zêdetirî 100 hezar welatiyên kantonê û gundewarê wê bi darê zorê hatin koçberkirin. Ji wan 6 hezar û 43 koçber li Kampa Koçberên Girê Spî bi cih dibin, yên din jî li bajarên Reqa û Tebqa û gundewarên wan bi cih dibin û di nav şert û mercên dijwar de dijîn.

(şx)

ANHA