Kongra Star bi wesîleya Meha Şehîdan daxuyanî da

Kongra Star di şexsê şehîd Hakî Karer de şehîdên berxwedana Zap, Avaşîn û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: “Bi pêşengiya berxwedana Zap û Avaşînê bi hemleya 'Dem dema azadiyê ye' em şerekî bê eman li dijî AKP û MHP`ê dimeşînin. Armanca me azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan e.”

Kongra Star bi wesîleya Meha Şehîdan daxuyanî da
17 gulan, 2022   11:13
 QAMIŞLO

Ji bo bîranîna şehîd Hakî Karer û vejandina meha şehîdan Kongra Star daxuyaniyeke nivîskî da.

Ji ber ku hejmareke mezin a şoreşgeran û di nav de şehîd Hakî Karer, Mehmet Karasungur û Îbrahîm Bîlgîn di vê mehê de şehîd bûne, Tevgera Rizgariya Kurdistanê meha Gulanê wekî Meha Şehîdan dipejirîne.

Daxuyaniya Kongra Star wiha ye:

Destkeftiyên li herêmê, bi saya fedakariyên şehîd Hakî û hevalên wî pêk hatin ku şopdarên rê, berxwedan û felsefeya wî bûn.

Li ser esasê fêmkirin û ronîkirina rastiya pêşengiyê û şehadetê, em bi awayekî baştir bûyerên li derdora me diqewimin fêm dikin û li ser wê bingehê em têkoşîna azadiyê û demokrasiyê pêş de dibin.

Di meha Gulanê de hevrêyên mezin şehîd bûn. Her roj di vê mehê de xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Ji ber wê ev meh wek Meha Şehîdan tê pejirandin. Dilzosiya me bi şehîdan re xurttir dibe û têgihştina me ji wate û rastiya şehadetê û şehîdan re zêdetir dibe. Her wiha rexnedayîna me li hember şehîdan û îradeya me ji bo pêkanîna armancên wan xurttir dibe.

Em li ser şopa şehîdan dijîn û tê dikoşin. Bi pêşengiya berxwedana Zap û Avaşînê û bi hemleya “Dem dema azadiyê ye” em şerekî bê eman li dijî AKP û MHP`ê li Tirkiyê û derveyî wê dimeşînin.

Em ê di vê şoreşê de bi ser kevin. Gerîla leheng in û li Zap û Avaşînê li hember êrişên çete û leşkerên AKP-MHP`ê li ber xwe didin. Gerîla destanên lehengî û qehremaniyê dinivîsin.

Em berxwedana gerîla li Zap û Avaşînê silav dikin. Em hêvî dikin ku serkeftinên mezintir pêk bînin. Em di şexsê heval Aysel Dogan û Mizgîn Ronahî de hemû şehîdên vê berxwedana pîroz bi rêzdarî bi bîr tînin. Em di şexsê şehîd Hakî Karer de hemû şehîdên meha Gulanê bi bîr tînin.”

(şx)

ANHA