Xebatên serjimariyê li Qamişlo û gundên wê dewam dikin

Îro Nivîsgeha Serijmariyê ya Herêma Cizîrê li Qamişlo û gundên wê dest bi serjimariyê kir. Ev xebat bi tevlêbûna 600 mamosteyan tê meşandin û dê 2 rojan bidome.

Xebatên serjimariyê li Qamişlo û gundên wê dewam dikin
17 gulan, 2022   10:06
QAMIŞLO

Piştî ku Nivîsgeha Serjimariyê li herêma Dêrikê û navçeyên kantona Qamişloyê xebatên serjimariyê bi dawî kirin, îro li Qamişlo bi tevlêbûna mamosteyên Desteya Perwerde û Fêrkirinê û meclis û komînên taxan, dest bi xebatên xwe kir.

Rêveberiya Xweser ji ber sedemên girêdayî projeyên geşkirinê, dest bi herjmartina nifûsa herêmê kir da ku daneyên tekûz bi dest bixe.

Li gorî serjimariyê datayeke bingehîn têkildarî niştecihan û avahiyan tê amadekirin, ew yek dê di pêkanîna planên geşepêdanê de were bikaranîn. Her wiha agahiyên têkildarî demografiyê, civakê, aborî, pîşesazî, tenduristî û xizmetguzariyê tên komkirin û pê re pêdiviyên şêniyan tên peydakirin.

Xebatên serjimariyê li Qamişloyê bi tevlêbûna 600 mamosteyên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê tevî komîn û meclisan pêk tê. Heta niha tu astengî li pêşiya komîteyên serjimariyê derneketine û şênî bi wan re alîkar in.

Têkildarî mijarê, mamoste Canda Mehmûd wiha axivî: “Ji bo hînbûna hejmara niştecihên Qamişlo û gundên wê, me dest bi vê xebatê kir. Em armanc dikin projeyan ji şêniyan re ava bikin.”

Xebatên serjimariyê 26`ê Nîsana borî ji herêma Koçerat a Dêrikê dest pê kiribû û 2 rojan dewam kiribû. Di 7`ê Gulanê de jî serjimarî li navenda navçeya Dêrikê, herêma Beravê û navçeyên Til Koçer, Çilaxa û Girkê Legê, her wiha li navçeyên Tirbespiyê, Til Hemîs û Til Birak ên girêdayî kantona Qamişloyê pêk hatibûn.

(şx)

ANHA