Li Til Koçerê bi sedan banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir

Bi sedan şêniyên navçeya Til Koçerê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan meşiyan û destnîşan kir ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dê têkoşînê bilind bikin.

Li Til Koçerê bi sedan banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir
17 gulan, 2022   10:21
QAMIŞLO

Îro bi sedan şêniyên navçeya Til Koçer a kantona Qamişlo, endamên saziyên sivîl, kesayetên siyasî û rûspiyên eşîrên herêmê li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan meşiyan.

Meş li têketina navçeyê dest pê kir û li qada navçeyê veguherî mitîngê.

Di mîtîngê de hevserokê Meclisa Navçeya Til Koçer Newaf Xedan axivî û got: “Em berdewamkirina tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin. Dewleta Tirk bi van siyasetên xwe li dijî gelên azadîxwaz û rêber Abdullah Ocalan nikare me ji têkoşînê û şopandina rêya rêberetî bide alî.”

Di dawiya mitîngê de beşdaran berxwedana rêber Abdullah Ocalan silav kir û dirûşmên “Azadî ji bo Ocalan, Na ji tecrîda li Îmraliyê re” berz kirin.

(şx)

ANHA