Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan cezayê li dijî rêber Ocalan şermezar kir

Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan cezayê qedexekirina hevdîtinên bi parêzeran re heta 6 mehan li rêber Ocalan hatî ferzkirin, şermezar kir û teqez kir ku êrişên qirkirinê û tecrîda li ser rêber Ocalan armanc jê şikandina vîna gelê Kurd e.

Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan cezayê li dijî rêber Ocalan şermezar kir
Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan cezayê li dijî rêber Ocalan şermezar kir
Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan cezayê li dijî rêber Ocalan şermezar kir
Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan cezayê li dijî rêber Ocalan şermezar kir
Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan cezayê li dijî rêber Ocalan şermezar kir
Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan cezayê li dijî rêber Ocalan şermezar kir
Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan cezayê li dijî rêber Ocalan şermezar kir
Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan cezayê li dijî rêber Ocalan şermezar kir
Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan cezayê li dijî rêber Ocalan şermezar kir
17 gulan, 2022   10:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan li bajar û navçeyên kantonên Qamişlo û Hesekê yên herêma Cizîrê, ji bo şermezarkirina cezayê qedexekirina hevdîtinên bi rêber Ocalan re heta 6 mehên din, daxuyaniyeke hevpar da.

Daxuyanî ji aliyê endamên meclisê Fatima Hisên û Aya Mihemed ve li pêşiya navenda wan a li bajarê Hesekê hat xwendin. Li navçeya Dirbêsiyê jî ji aliyê Fatin Şêx Nasir û Diyane Ebdullah ve hat xwendin. Her wiha daxuyaniyek li Kampa Serêkaniyê ya bajarê Hesekê hat xwendin.

Li Şedadê jî hevseroka Meclisa Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Ayat Îbrahîm, li navçeya Til Birak a girêdayî kantona Qamişlo jî ji aliyê endama rêveber a meclisê Merwa Îbrahîm, li navçeya Dêrikê ji aliyê endama meclisê Şêrîn Omer ve li pêşiya navendên wan ên li her sê navçeyan, hat xwendin.

Li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo jî daxuyanî li pêşiya avahiya Aakdemiya Şehîd Nejbîr ji aliyê hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Xerma Elî ve hat xwendin. Li navçeya Girkê Legê jî li pêşiya navenda meclisê ya li bajarokê Rimêlan ê girêdayî Girkê Legê daxuyanî ji aliyê Şehnaz Ebdo û Xezne Temo ve hat xwendin.

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan Şêrîn Mihemed û Fatima Casim jî li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a Qamişlo daxuyanî xwend.

Daxuyaniya hevpar wiha ye:

“Em cezayê hikumeta Tirk ê dirêjkirina dema tecrîdê heta 6 mehên din û qedexekirina hevdîtinên bi malbatê û parêzeran re şermezar dikin.

Her wiha hemû hewldanên pêkanîna tundiya derûnî û fîzîkî li dijî hemû girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyê şermezar dikin.

Em bang li hemû rêxistinên hiqûqî û rêxistinên mafên girtiyên siyasî dikin ku zextê li hikumeta AKP`ê bikin. Şerê li çiyayên Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû dide şerê qirkirinê ye û armanc jê şikandina vîna gelê Kurd e. Ev yek bi girankirina tecrîdê di şexsê rêber Ocalan û hemû girtiyan de pêk tê. Divê ev rêxistin û kesayetên hiqûqî bikevin tevgerê û li hember van binpêkirinên ne exlaqî yên li dijî rêber Ocalan û hemû girtiyan, xwedî helwestek cidî bin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hikumeta Tirk di 13`ê Nîsanê de cezayê qedexekirina hevdîtinên bi parêzeran re heta 6 mehan li rêber Abdullah Ocalan birî û têkildarî sedemên girtina cezayê tu agahî nedan parêzeran.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/cZ28y7GjPO0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ODRyDeHP_L0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Qh6N3CF3on0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>