SOHR: Li gundewarê başûrê Şamê teqîn pêk hatin

SOHR`ê ragihand ku li nêzî bajarê Quneytîra yê başûrê Sûriyê ji ber topbaranê teqîn pêk hatine.

SOHR: Li gundewarê başûrê Şamê teqîn pêk hatin
17 gulan, 2022   07:01
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku aliyên nenas herêmek nêzî bajarê Quneytîra topbaran kir, di encamê de gelek teqînan rû da. Têkildarî windahiyên canî tu agahî bi dest neketin.

SOHR`ê di 11`ê Gulanê de ragihandibû ku şeva sêşem-çarşemê Îsraîlê hin cih li derdorê bajarokê Heder ê gundewarê bakurê Quneytîrayê li nêzî sînorê Colana dagirkirî bi moşekan topbaran kiriye, lê têkildarî encamên êrişê tu agahî bi dest neketin. Li wê herêmê komên alîgirên Îranê û Hizbullahê hene, ji wan koma “Berxwedanê ya Sûriyê ya Rizgarkirina Colanê”.

(cx)