Şêniyên herêma Babê li dijî hewldanên qutkirina gundên wan ji xaka Sûriyê rabûn

Şêniyên bajarê Tadif yê girêdayî bajarê Babê yê dagirkirî bi çalakiya konvedanê guhertina demografiya herêmên dagirkirî, şermezar dikin. Dewleta Tirk a dagirker jî lêkirina dîwarê di navbera herêmên dagirkirî û herêmên din ên Sûriyê de didomîne.

Şêniyên herêma Babê li dijî hewldanên qutkirina gundên wan ji xaka Sûriyê rabûn
17 gulan, 2022   07:20
 ŞEHBA

Bi armanca qutkirina herêmên dagirkirî ji herêmên din ên Sûriyê dewleta Tirk a dagirker guhertina demografiya herêmên dagirkirî didomîne, bi wê yekê armanc dike wan herêman tev li xaka Tirkiyê bike. Di wê çarçoveyê de dewleta Tirk ji gundewarê bajarê Minbicê û heta gundên navçeya Şêrawa ya dagirkirî xendekan dikole û dîwar lê dike.

Di 13`ê Gulanê de şêniyên bajarê Tadif ku ji sedî 30`yî wê di bin serweriya hikumeta Şamê de û ji sedî 70 di bin serweriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de ye, ji bo şermezarkirina siyasetên dewleta Tirk ên qutkirina herêmên dagirkirî ji herêmên din ên Sûriyê dest bi çalakiya konvedanê kiribû. Dewleta Tirk li dirêjahiya herêma bakur rojhilatê bajarê Helebê ku nêzî eniyên şer ên di navbera serweriya hikumeta Şamê û dagirkeriya Tirk de ye, bi kûrahiya 3 metreyan xendek kolandiye û satirên axî bilind kiriye.

Piştî daxuyaniyên serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên di Nîsana borî de yên têkildarî bicihkirina milyonek penaberên sûrî li herêmên dagirkirî, arêtşa Tirk a dagirker ji destpêka Gulanê ve li bajarê Marê yê dagirkirî bi bilindahiya 4 metreyan û dirêjahiya zêdetirî 200 metreyan dîwarê çêmentor lê dike.

(cx)

ANHA