ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-05-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-05-2022
16 gulan, 2022   23:00

-Li bajarê Qamişlo û navçeyên wê serjimarî dest pê dike û wê du rojan dewam bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Pêşangeha Pirtûkên Kurd li bajarê Qamişlo di roja 3'yemîn de bi dawî dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya Roja Şehîdan, şêniyên Dêrikê mûman li Goristana Şehîd Xebat vêdixin, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir û Şedadê ji bo bîranîna şehîdên Gulanê sedana goristanên şehîdan dikin, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Tirbespiyê bi boneya Roja Şehîdan mûman li Goristana Şehîd Dilşêr vêdixin, saet 19:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya konvendanê ya ciwanên şoreşger a li dijî êrişên dagirkeriyê û xiyaneta PDK'ê di roja duyemîn de li navçeya Dirbêsiyê dewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Til Koçerê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê meşekê li dar dixin, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di dîroka têkoşîna Tevgera Rizgariya Kurdistanê de şehadeta têkoşerên neteweyî Hakî Karer guhertineke bingehîn bû ku tevger veguherî partiyeke li dijî mêtîngeriya derve û şaxên wê li hundir. Her wiha şehadeta têkoşker Hakî Karer, eşkere kir ku hevakrên bi dewleta Tirk dikarin çi bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên ku gundên wan nêzî sînor e diyar kir ku yekane rêbazê têkbirina êrişên artêşa Tirk ên li ser herêmên navborî, yekitî û rêxistinkirine û got: "Em ê rê nedin dijmin ku derbasî xaka me bibin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêx û rûspiyê eşîrên Ereb û Kurd ên herêma Cizîrê li hemberî hewldanên qirkirineke nû ji aliyê dewleta Tirk û ve banga hevgirtinê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Amadekariyên pêkanîna ezmûna xwendina serbest li herêma Cizîrê bi dawî bûn, kertên ezmûnan tên belavkirin. Li gorî Komîteya Ezmûnan heta niha hejmara xwendekaran gihaştiye 360 xwendekarî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê û Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê li ser rewşa jinan, azar û zehmetiyan panelekê li dar dixin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Rêveberê Navenda El-Erebî ya Lêkolînan Hanî Silêman got, osmaniya nû dixwaze hebûna tirkî li herêmê berfireh bike û dest deyne ser dewlemendiya wê. Serokê Navenda Cihûd a Lêkolînan Ebdusetar El-Şimêrî jî got osmaniyên nû destekdayîna qeterî û îsalama siyasî weke alavekê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bi kar tînin. (BI WÊNE).

- Li Xezayê aloziyên jiyanî û mirovî zêde dibin. Ji ber vê yekê zêdeyî 250 hezar welatî bê kar mane. Rêjeya xizanî û bêkariyê li Xezaya ya dorpêçkirî ji nêzî 16 salan ve gihşt ji sedî 80. (BI WÊNE).

RAPOR

- Serokê dewleta Tirk a dagirker Erdogan di bikaranîna dosyaya penaberên Sûrî weke amûrekê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe berdewam e, niha Erdogan wan penaberan ji bo guhertina demografiya herêmên dagirkirî yên ku şêniyên wê daye koçberkirin bi kar tîne. Rojnamevan Serkîs Qesarciyan hişyarî da ku ev yek dê herêmê careke din ber bi tundiyê bibe. (BI WÊNE).

ANHA