Dosya penaberên sûrî.. lîstika nû ya Erdogan ji bo pêkanîna “Mîsaqî Millî” ye

Erdogan dosyaya penaberên Sûriyê weke amûrekê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bi kar tîne, niha jî wan ji bo guhertina demografiya herêmên dagirkirî yên ku şêniyên wê daye koçberkirin, bi kar tîne. Rojnamevan Sarkis Kassargian hişyarî da ku ev yek dê herêmê careke din ber bi tundiyê ve bibe.

Dosya penaberên sûrî.. lîstika nû ya Erdogan ji bo pêkanîna “Mîsaqî Millî” ye
17 gulan, 2022   06:33
NAVENDA NÛÇEYAN-LÎLAV DÊWANÎ

Dewleta Tirk a dagirker di siyaseta xwe ya guhertina demografiya herêmên dagikirî yên Sûriyê de taybet li herêmên kurdan berdewam e, bi pêkhateya niştecihî ya herêmê dilîze, bi rêya projeya xwe ya avahiyên mêtîngeriyê berjewendiyên xwe yên dagirkeriyê pêk tîne komele û rêxistinên Ixwan El-Mislimîn destekê didin vê projeyê.

Di çarçoveya vê yekê de, Erdogan dixwaze milyonek penaberên Sûrî yên li Tirkiyê dimînin  li avahiyên mêtîngeriyê ku bi bi pereyên Qeter û Kiwêtê li herêmên dagikirî ava kirine, bi cih bike.

Dewleta Tik a dagirker der siyasetên piralî di dosyaya penaberên Sûriyê de dimeşîne. Beriya niha ew penaber weke kaxezeke zextê li hember Ewropayê bi kar aniye, her wiha li hundirê Tirkiyê wan bi pereyên kêm weke karker bi kar tîne, niha jî wan weke amûrekê ji bo guhertina demografîk tîne.

Piştî rêzebiryarên desthilata dewleta Tirk ên li dijî penaberên Sûriyê, taybet bi mijara niştecihbûn, kar, tenduristî û "karta parastina demkî", her wiha tundî û kuştina ku penaberên Sûrî ji aliyê nijadperesyên Tirk rû bi rû dimînin, herî dawî rê li ber penaberên Sûrî girtin ku li herêmên Bakurê Sûriyê yên dagirkirî bêhinvedanê bikin. Erdogan pêşniyara projeyeke nû ya bicihkirina penaberên sûrî da.

Erdogan di 3'yê Gulanê de eşkere kiribû ku di bin navê "vegera dildarî" de ew  bi rêxistinên tirkî û navneteweyî milyonek penaberên sûrî vegerîn Sûriyê.

'VEGER NEÇARÎ YE NE DILDARÎ YE'

Di vê der barê de, nivîskar û rojnamevanê di karûbarên Tirkiyê de pispore, Sarkis Kassargian ji ajansa me re got, di hurgikiyên projeya Erdogan de nakokî heye, beriya ku dest pê bike bin dikeve, mirî ji dayik bûye, pirsgirêka sereke ya vê projeyê di navê wê de ye.

Sarkis Kassargian got: "Em nikarin behsa vegera dildarî bikin, piştre biryara hejmara kesên dê vegerin û herêmên ku dê lê bên bicihkirin bidin, ji ber ku gotina veger tê wateya her kes vegera mala xwe, taxa xwe, cihê ku lê ji dayikbûye, karê xwe û cihê xwe û cihê ku dixwaze lê bimîne, ne cihê ku ew lê vegerin bê destnîşankirin, ji ber ku ev bi xwe tê wateya derxistin an dersînoririn. Di encamê de navê vê projeyê bi xwe ne di cihê xwe de ye, li gor hurgiliyên hatine ragihandin, ev veger ne dildarî ye.''

HERÊMÊN XETER

Erdogan dixwaze li 13 cihan ên herêmên dagirkirî weke Ezaz, Cerabuls û Babê, Girê Spî û Serêkaniyê projeya xwe pêk bîne, ew yek dê bi hevkariya "meclisên xwecehî" yên girêdayî çeteyên dewleta Tirk li wan herêman pêk bê.

Erdogan eşkere kir ku wan ji 77 hezar mal, 57 hezar û 306 mal li bakurê Sûriyê ava kirine, 500 hezar penaberên sûrî jî vegeriyane herêmên dagirkirî.

Di 9'ê vê mehê de jî Erdogan diyar kiribû ku ew amadekariya avakirina 200 hezar yekîneyên mêtîngeriyê dikin. Erdogan îdia kir ku milyonek penaberên sûrî jî amade ne vegerin, tevî ku rêxistinên mirovî û hiqûqî dibêjin ew herêm xeter in û ne aram in.

Di vê çarçoveyê de, Sarkis Kassargian got: "Ew herêm ne aram in. Ji ber ku di esas de ne qanûnî ne. Her komek cihek dagir kiriye, ew çete herêm û şêniyên wê weke milkên xwe dibînin. Li wan herêman aborî girêdayî revandin, kuştin, xwestina fidyeyê, qaçaxiyê ye. Eger ew penaber vegerin, ji bo karibin jiyana xwe bidomînin dê neçar bin li gor vê sîstema aborî ya heyî tev bigerin."

Di 14'ê Gulanê de, Rêxistina Mafên Mirova a Efrîn-Sûriyê, diyar kiribû ku dagirkeriya Tirk yekemîn koma penaberan ku ji 100 malbatan pêk tê derbasî bajarê Girê Spî yê dagirkirî kir.

Li aliyê din, welatiyên Sûriyê projeya Erdogan şermezar kirin û gotin, "Paketên çixatê hazir in, gelo tu kesî ji gel pirsî beriya niha malên wan çawa bûn. bi rastî jî gel li me bûne yek, pirsa ku mirov pê dîn dibe, madem hûn dikarin di demeke kurt de evqas mal ava bikin, çima 10 salin we penaber di konan de birçî, sar û bê rûmet hiştin.''

GUHERTINA DEMOGRAFÎK JI BO PÊKANÎNA MÎSAQÎ MILLÎ

Projeya Erdogan a di vê demê de û armanca wê gelek pirs bi xwe re anî. Çavdêr jî dibêjin ku armanc guhertina demografiya herêmên dagirkirî û parçekirina xaka Sûriyê û girêdana wan bi xaka xwe ve û pêkanîna Mîsaqî Millî ye.

Ji dema ku dewleta Tirk a dagirke û çeteyê wê Cerbalus, Ezaz, Bab, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kiriye ve, gelek kar ji bo guhertina nasnameya wan herêman pêk anîne, wekî, avakirina 'hikûmeta demkî' û meclisên girêdayî wê, koçberkirina şêniyên resen û bi cihkirina bi hezaran çete û malbatên wan, tevlihevî, kuştin û gendelî bûne sedema koçberî û derxistina şêniyên resen.

Di heman demê de bilindkirina ala Tirkiyê, ferzkirina lîreya tirkî li şûna lîreya sûrî, vekirina peymangeh û fakulteyên girêdayî zanîngehên Tirkiyê û dibistanên bi zimanê tirkî, avakirina avahiyên mêtîngeriyê, hemû di çarçoveya guhertina demografiya herêmên dagirkirî û parçekirina Sûriyê têne kirin.

Di çend salên derbasbûyî de, gelek caran siyasetmedar û şîrovekarên Tirk taybet ênn nijadperest behsa " Mîsaqî Millî" dikin, nemaze piştî ku Erdogan di sala 2016'an de bal kişand ser wê yekê.

Di Cotmeha 2016'an de piştî ku hikûmeta Iraqê qebûl nekir artêşa Tirkiyê beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsilê bike, Erdogan bi mixtarên tirk re civiya û bersiva Iraqê wiha da: "Bila Mîsaqî Millî bixwînin û wateya Mûsilê ji bo me nas bikin, Mûsil a me ye."

Piştî wê rojnameyên tirk nexşeya "Mîsaqî Millî" belav kirin. Di wê nexşeyê de diyar dibe ku dewleta Tirk beşeke mezin ji xaka Sûriyê û Iraqê, her wiha Yewnanistan, Îran, Gurcistan, Yewnanîstan û Bulgarîstanê parçe kiriye.

Delîlê ku dewleta Tirk penaberên sûrî ji bo pêkanîna projeya dagirkeriyê "Mîsaqî Millî" bi kar aniye, daxuyaniya wezîrê karên hundir ê Tirkiyê Suleyman Soylu ya di Çileya 2019'an de ye dema ku ji bo mijara dayîna nasnameya tirkî ji bo 76 hezar welatiyên sûrî li yên Tirkiyê gotibû: "Ji sedî 62 penaberên Sûriyê ji herêmên sînorê "Mîsaqî Millî" hatine, ji mafê wan e ku bibin xwedî nasnameya Tirkî.” Ev yek niyeta dewleta Tirk a pêkanîna Mîsaqî Millî eşkere dike.

Der barê armancên Erdogan ji pêkanîna vê projeyê de, Sarkis Kassargian got: "Armanca yekê û ya sereke temamkirina guhertina demografiya bakurê Sûriyê û dawîanîna li hebûna Kurdan, guhertina nasnameya herêmê bi rêya bicihkirina penaberan e, ku ew ê careke din bibin penaber, ji ber ku ew ê vegerin mal û xakeke din. Dê heta hetayê penaber bimînin. Ew demografiya herêmê, nasnme û jîngeha herêmê diguherînin û penaberên nû derdixin.”

PÊKANÎNA BERJEWENDIYÊN HUNDIRÎN

Kassargian wiha nirxandina xwe domand: “Di heman demê de ji dosya penaberên Sûriyê xilas dibin, ji ber ku AKP rastî zextan tê, hejmareke mezin ji penaberan heye û rewşa aborî xirab e. Belge û hejmarên ku hikumeta dibêje bi milyaran dolar hatine xerckirin derew in, di encamê de destkeftiyên siyasî li hundirê Tirkiyê bi dest dixe."

Siyasetmedarên Tirk ji destpêka sala par de, pir behsa dosyaya penaberên sûrî dikin, ev yek bi destpêkirina îsal re zêdetir bû, tayebet ji aliyê partiyên opozîsyonê ve, piştî têkçûna lîreya tirkî li hember dolar û xirabbûna rewşa aborî û pê re rewşa jiyanî ya welatiyan, vê yekê hişt ku nîjadperestên Tirk penaberên sûrî weke sedema têkçûna rewşa aborî nîşan bidin û li dijî hebûna penaberên sûrî gelek hemleyên nîjadperestiyê hatin destpêkirin.

Partiyên opozisyonê mijara "vegerandina penaberên sûrî ji bo welatê wan" xistin lîsteya propagandayên hilbijartinên serokkomariyê yên sala 2023'an. Ji ber wê Erdogan ketiye metirsiyê ku partiya wî bi bin bikeve.

Sarkis Kassargian diyar kir ku Tirkiyê dosyaya  penaberên sûrî kiriye dosyayeke siyasî ne mirovî, girêdayî hesabên siyasetên hundirîn û derve û got: "Dema ku Erdogan behsa niyeta wan "vegerandina penaberên sûrî" kir, di esas de xîtabî bloka hilbijartinan dikir ku bi nêrîna olî li Tirkan wekî ensar (alîgir) û sûriyan wekî muhacîr (koçber) dibînin. Lê piştî bertekên li dijî penaberan zêde bûn, behsa plana vegerandina wan kir.

ŞERÊ NAVXWEYÎ

Sarkis Kassargian bal kişand ser xeteriyên projeya Erdogan û ev tişt anîn ziman: "Guhertina demografîk li her welatekî xeteriyê bi xwe re tîne, ji ber ku guhertina şênniyan li gor kêfa aliyê xwedî hêz pêk tê, ev jî tê wateya ku li wê herêmê gurbûnê çêdike. Em bhesa derxistina welatiyan ji warê wan û bicihkirina kesên din li şûna wan dikin, ku ew kes esas xwe girêdayî xaka ku lê hatine bicihkirin nabînin.”

Sarkis Kassargian ev tişt jî anî ziman: "Ev yek her wiha peymana civakî têk dibe, beşek bi mirovan tên koçberkirin û beşek din bi zorê tînin cihekî, dê di encamê di navbera her du aliyan de şer derbikeve, dê herêm ber bi tundiyê ve biçe, ji bo rewşa Sûriyê aloziyeke mezin ava dike."

Beriya niha jî 45 rêxistinên hiqûqî û rojnamegeriyê, Sekreterê Giştî yê NY`yê û Yekîtiya Ewropayê (YE) ji xeteriya vê projeyê hişyar kiribûn û daxwaz ji rêxistinan kiribûn ku alîkariyê nedin projeya Erdogan û wê rewa nekin, da ku di pêşerojê de şerekî navxweyî çênebe.

Partiya Yekîriya Demokratîk (PYD) di 9'ê Gulanê de bi daxuyaniyekê bang li penaberên sûrî kiribû ku vegerin herêmên xwe yên resen û berê xwe nedin avahiyên mêtîngeriyê yên dagirkeriya Tirk ava kirine.

LI PIŞT BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ BERJEWENDIYÊN HEVBEŞ HENE

Çavdêr bêdengiya navneteweyî û hikumeta Şamê li hemberî projeya Erdogan a der barê dosyayê penaberên Sûriyê de rexne dikin.

Çavdêr dibînin ku bêdengiya hikumeta Şamê vedigere hebûna peymanekê di navbera wê û dewleta Tirk de, bi taybet piştî ku medya Tirkiyê behsa "danûstandinan" di navbera her du aliyan der barê 3 mijaran de kir û di nav de "garantiya aramiya penaberên vegeriyayî”.

Sarkis Kassargian dibêje: "Ez bawerim nûçeyên ku ragihandina Erdogan der barê vegera têkliyên her du aliyan de hatine parvekirin, hemleyeke siyasî ya hindirîn e. Ez bi xwe dibînin ku di dema niha de ne pêkan e di navber her du aliyan de lihevkirina an têkilî çêbibin, lê belê ew hemleyeke derve ye û armanc jê guhertina demografîk e. Li hundir jî hesabên hilbijartinan û hesabên serkeftin û binkeftin di hilbijartinên çarenûsî yên 2023'an de dikin."

Der barê bêdengiya navneteweyî jî Sarkis Kassargian got: "Ez ji bêdengiya navneteweyî ne matmayî me, ji ber ku di dema êrişên dagirkeriyê û tevî bi dehan raporên navneteweyî û yên bê alî yên der barê binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wê de jî ew bêdeng man.

Sarkis Kassargian di dawiyê de ev tişt anî ziman: "Ez tu hêviyan ji civaka navneteweyî nakim, ji ber ku ew xwedî hesab in, pêwîstiya wan bi Tirkiyê heye, ew naxwazin di bin tu şert û mercan de Tirkiyê ji dest bidin, heta ku ev yek li ser hesabê gelê Sûriyê û binpêkirina xak, demografî, çand û mafên wan ên jiyanê li ser xaka xwe be jî."

(şt)

ANHA