Niştecihên nêzî sînor: Em ê rê nedin dijmin ku bikevin xaka me

Şêniyên ku gundên wan nêzî sînor e diyar kir ku yekane rêbazê têkbirina êrişên artêşa Tirk ên li ser herêmên navborî, yekitî û rêxistinkirine û got: "Em ê rê nedin dijmin ku derbasî xaka me bibin."

Niştecihên nêzî sînor: Em ê rê nedin dijmin ku bikevin xaka me
16 gulan, 2022   23:43
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî li herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê pêşde neçûn, asta êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kir, nexasim li dijî herêmên nêzî sînor, ji wan Kobanê, Til Temir, Zirgan, Eyn Îsa û Şehbayê.

Der barê mijarê de niştecihên herêma sînorî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê da zanîn ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi armanca dagirkirina herêmê, her wiha koçberkirina gel û talankirina xêr û bêra wê, bi erêkirina Rûsya û Amerîka pêk tê û destnîşan kir ku baştirîn bersivdayîna van êrişan, avakirina yekitî û xwerêxistinkirine .

/kr/uploads/files/2022/05/16/190950_-.webp

Welatiyê bi navê Ednan Ebas ê ji gundê Şêrika ya nêzî sînorê rojavayê navçeya Dirbêsiyê got, piştî ku gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê yên li Başûrê Kurdistanê derbên giran li dijî artêşa Tirk xistin, dewleta Tirk dest bi êrişan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Ebas anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker dijmina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, di serî de Kurd û dixwaze wan ji herêmên wan koçber bike, piştre jî penaberan lê warê wan bi cih bike.

Ednan Ebas destnîşan kir ku baştirîn rêbazê têkbirina komployan û êrişên li ser herêmê, hevgirtina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û xebata hevpar e.

/kr/uploads/files/2022/05/16/190837_-.webp

Welatiyê ji Dirbêsiyê Hesen Ehmed jî sedema êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şêniyên wê yên li malên xwe bi ewle dijîn pirsî û got, divê niştecihên herêmê li dijî êrişên Tirkiyê xwe bi rêxistin bikin."

/kr/uploads/files/2022/05/16/190820_-.webp

Welatiyê bi navê Hec Şêxmûs Omer da zanîn ku êrişên artêşa Tirk bi armanca valakirina xaka gelê herêmê ye, her wiha talankirina xêr û bêra wê ye.

Omer diyar kir ku ev êriş bi erêkirin û piştgiriya Rûsya û Amerîka pêk tên û anî ziman ku Rêveberiya Xweser û hêzên leşkerî parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin.

/kr/uploads/files/2022/05/16/190857_-.webp

Welatiyê bi navê Ebdulezîz El-Îsa yê ji gundê Til Tişrîn ku ew jî nêzî sînorê Dirbêsiyê destnîşan kir ku dewleta Tirk bi hinceta parastina ewlehiya sînorê xwe, herêmê dagir dike û dixwaze serdema Osmaniyan vegerîne.

El-Îsa da zanîn ku yekane rêbazê herî baş ê sekna li dijî êrişan, yekitiya pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb û Suryan e.

/kr/uploads/files/2022/05/16/190924_-.webp

Ednan Hec Îsa yê ji Dirbêsiyê diyar kir ku hemû hêzên derve yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo berjewendiyên xwe tev digerin û ambargoya li ser herêmê ferz kirine bi armanca şikandina gelê wê ye.

(eh)

ANHA