​​​​​​​Li Xezayê zêdetirkî 250 hezar kes bê kar in

Li Xezayê aloziyên jiyanî û mirovî zêde dibin. Ji ber vê yekê zêdeyî 250 hezar welatî bê kar mane. Rêjeya xizanî û bêkariyê li Xezaya ya dorpêçkirî ji nêzî 16 salan ve gihşt ji sedî 80.

​​​​​​​Li Xezayê zêdetirkî 250 hezar kes bê kar in
17 gulan, 2022   04:24
XEZA – OMER MÛSA

Sayir El-Etil di kargeheke dirûtunê de kar dikir, ew kargeh di şerê dawî de ji aliyê balafirên Îsraîlê hat bombebarankirin, ji ber wê niha ew li bazara Mixeyem Cebalya ya koçberên bakurê Xezayê li ser bestekekê cîgare difiroşe.

Sayir El-Etil ji ANHA`yê re wiha axivî: "Xuyaye em ê nikaribin vegerin karê xwe yan jî kengî rewşa vegera mîna beriya şerê dawî. Kargeh nayê sererastkirin û kes bi vê yekê jî nafikre."

Rewşa Sayir El-Etil mîna rewşa nêzî 50 xebatkarên kargeha El-Bereka ye ku di şerê dawî de hilweşiya. Bi hezeran karkerên din çavkaniya debara malbata xwe winda kir.

Sayir wiha domand: "Min bi mûçeyên kargehê debara malbata xwe ku ji 6 kesan pêk tê, dikir. Lê niha bi zorê ez bi firotina li ser besteyê debara xwe dikim."

Serokê Yekitiya Giştî ya Sendîqeya Karkerên Filistînê li Xezayê Samî El-Emsî jî ji ANHA`yê re got: "Ambargoya Îsraîlê ku ji beriya 16 salan ve li ser Xezayê tê ferzkirin, di dîrokê de çênebûye. Gel ceza dikin, derman û kehrebe li ser gel qedexe dikin. Ev sûc li dijî pîvanên navneteweyî ne. Şerê dawî karesata mirovî li Xezayê kûr kir bi taybet di warê kar de. Zêdetirî 250 hezar kes bêkar mane."

Samî El-Esmî diyar kir ku ji ber şer gelek kargeh, werşe, mal û sazî hatin hilweşandin, nêzî 20 hezar karker bi awayekî rasterast zerar dîtin, 5 hezar karker ji cihên karê xwe hatin derxistin, saziya veguhestina giştî ku 20 hezar ajokar têde dixebitin, siwar, xwendekarên dibistan û zanîngehan vediguhêzin ji ber alozî û ambargoyan, şer û aloziya vîrusa Koronayê ziyanên mezin dîtin.

El-Emsî wiha domand: "Aloziya kehrebeyê bandor li karê 3 hezar karker di textilê de kir. Di demekê de ku di warê torîzma hundirîn de ku 5 hezar karker tê de dixebitin, ji ber aloziyên aborî ziyanên mezin dît."

El-Esmî di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Hê jî avakirina li Xezayê bi giştî felc e. Ji ber wê jî zêdetirî 40 hezar karker zerar dîtine. Tevgera avakirinê ji beriya salekê ve sekinî ye. Derengmayîna proseya avakirinê xeteriyên mezin bi xwe re tîne."

El-Esmî got rêjeya xizaniyê li Xezayê gihaştiye astên herî bilind, di nava xebatkaran de gihaştiye ji sedî 80, rêjeya bêkariyê jî ji sedî gihaştiye 55`an, ambargo hê jî didome, hedefgirtina nêçîrvan û cotkaran rojane zêde dibe û hemû aliyên jiyanê de zerar dîtine û ew jî ji ber ambargo, derfetê nadin madeyên xam derbas bibe û avakirin dereng maye.

El-Esmî hişyarî da ku ji ber xemsariya Îsraîlê di pêkanîna lihevanînên ji bo rawestandina şer bi komên Filistînî re di nav de 30 hezar karkerên ji Xezayê li hundirê Îsraîlê rewşa Xezayê dijwar bûye.

Serokê Yekitiya Giştî ya Sendîqeya Karkerên Filistînê li Xezayê Samî El-Emsî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Îsraîl li dijî komên Filistînî kaxeza xebatkaran bikar tîne, dixwaze bi wê yekê destkeftiyên siyasî bi dest bixin. Careke din dibêjim, ji ber ku qanûna kar nayê pêkanîn karker li Xezayê rastî binpêkirinan tên, divê aliyên peywendîdar vê yekê bişopînin."

(bx)

ANHA