'Armanca Osmaniya nû dagirkirina herêmê ye'

Rêveberê Navenda El-Erebî ya Lêkolînan Hanî Silêman got, osmaniya nû dixwaze hebûna tirkî li herêmê berfireh bike û dest deyne ser dewlemendiya wê. Serokê Navenda Cihûd a Lêkolînan Ebdusetar El-Şimêrî jî got osmaniyên nû destekdayîna qeterî û îsalama siyasî weke alavekê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bi kar tînin.

'Armanca Osmaniya nû dagirkirina herêmê ye'
17 gulan, 2022   03:48
NAVENDA NÛÇEYAN – EMANÎ EZAM

Tevgerên tirkî li tevahî Rojhilata Navîn û bi taybet li Sûriyê û Iraqê didomin. Armanc ji vê yekê ew e ku rola osmanî li herêmê vejîne. Ji ber vê yekê jî behsa projeya "Osmaniya nû" û armancên wê tê kirin.

Dewleta Tirk a dagirker li herêmên Sûriyê ku dagir kiriye; Cerablus, Bab, Ezaz, Idlib, Serêkaniyê û Girê Spî  dixebite. Her wiha bi navê "Vegera dilsozî ya penaberên Sûriyê" dest bi vegerandina milyon penaberên sûrî ber bi herêmên dagirkirî ve kir ku şêniyên wê bi darê zorê jê hatin koçberkirin. Ev yek guhertina demografiya wan herêman xurt dike.

Her wiha dewleta Tirk êrişên xwe li ser Başûrê Kurdistanê, Şengal û Başûrê Kurdistanê didomîne û bi dehan baregeh li wan herêman ava kirin. Ev hemû di bin xeta bi navê Mîsaqî Millî de tê kirin.

'DIXWAZE SERDEMA ÎMPRATORIYA OSMANÎ VEJÎNE'

Rêveberê Navenda El-Erebî ya Lêkolînan Hanî Silêman ê ji Misirê di vê der barê de ji ANHA`yê re wiha û anî ziman ku Osmaniya nû îdeolojiyek e ku siyaseta derve ya nû ya Tirkiyê wesif dike. Armanca wê ew e ku serdema împratoriya osmanî ya ku ketibû Balkanan, Afrîkaya Bakur, Kevana Afrîkayê û Rojhilata Navîn, zindî bike.

Silêman diyar kir ku osmaniya nû fikreyeke bi awayekî mezin di hikumetên berê de hebû, bi derketina AKP`ê re axaftin li ser hate kirin û bi destpêka êrişa dewleta Tirk ên li Qibrisê re yên di sala 1974`an de ev têgeh hate xurtkirin.

Lê di hin lêvegeran de diyar dibe ku osmaniya nû fikreyeke ji destpêka  sedsala 19`an de hatiye pêşkêşkirin.

'DOZÊN HERÊMÊ TÊN BIKARANÎN'

Silêman di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Yekemîn hikumetên ku girîngî dan vê wateyê hikumeta Turgut Ozal bû û piştî wê jî AKP`ê bû. Piştre û di çarçoveya hebûna Recep Tayyîp Erdogan de axaftina li ser vê îdeolojiyê zêde bû. Erdogan hewl da bi awayekî mezin vê îdeolojiyê geş bike. Lê rastî zehmetiyan hat, ji ber xwe spartibû hin hevalbendan mîna Îxwan Misilmîn û hin aliyên aborî ku paşde ket, yan jî hin stratejiyên dewleta Tirk mîna piştevahiya doza Filistînê, yan jî îslam, yan jî dijminahiya Îsraîlê ku hate îsbatkirin ku ew tenê bazirganiya siyasî ye û dûrî dijminahiya Îsraîlê ye."

Silêman da zanîn ku ev stratejî eşkere bû û bi awayekî mezin paşde ket û sedema vê paşketina spart van xalan ''Ji ber ku dewlet û gelan mîna van stratejiyan red kirin, bi taybet li Sûdanê, hin girev û herêmên Afrîka yên ku dewleta Tirk xwest dest deyne ser. Ji ber vê yek ev stratejîk bi awayekî mezin paşket."

'BI DESTEKDAYÎNA ABORÎ YA QETERÊ..ÎSLAMA SIYASÎ ALAVA OSMANIYÊN NÛ YE'

Her wiha Serokê Navenda Cihûd a Lêkolînan ya li Yemenê Ebdusetar El-Şimêrî anî ziman ku

Osmaniya nû nêrîn yan jî fikreyek yan jî xwestekek yan jî projeyeke ku AKP`ê ji destpêka damezirandina xwe ve daye destpêkirin û wiha domandin: "Armanca Osmaniya nû ew e ku hawirdoreke stratejîk û berfirehkirina jeopolîtîk li Rojhilata Navîn, bi taybetî cîhana îslamî, dewletên ku berê di bin dagirkeriya Osmanî de bûn û ji aliyê ji aliyê Ewropayê ve hatine redkirine pêk bîne, di heman demê de berjewendiyên aborî û siyasî bi çi rengî ji rengan be ava bike."

Li gorî şopdarên dîroka tirkî, Osmaniya nû beriya derketina AKP`ê li Tirkiyê di sala 2002`an de bi demeke dirêj hebû, lê wê bi AKP`ê re nîşaneyên wê zelaltir bûn.
 

Ebdusetar El-Şimêrî got fikre ji beriya 15 salan derketiye, bi rêya dewleta Tirk jinûve xebat li ser wê tê kirin û got,  dema AKP`ê desthilatdarî xiste bin serweriya xwe, alîgir û baskên wê yên diravî û gelêrî ji koma Îxwan Musilmîn û hin şepêlên rastgir ên li herêmê bi giştî hebûn.

Têkildarî texmînên osmaniya nû El-Şimêrî ev tişt anî ziman: "Xwe dispêre lêveger û edebiyetên îslamî mîna fikreyên Ebî Elî El-Mewcûdî, Cemal El-Efganî, Mihemed Ebdo, Hesen El-Bena, Reşîd Riza û nivîskarên nûjen ên ku pêwîstiya xelîfetiya Îslamî di osmaniyan de dibînin dibînihe, ku tovê wê ya bi navê xîlafeta osmanî ye û di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de ket û ewropiyan xaka wê parçe kir ku di wê demê de wek mirovê nexweş hate hiştin."

ARMANCA OSMANIYA NÛ

Girêdayî armancên osmaniya nû El-Şimêrî diyar kir ku aramcna wê ew e ku deste dayene ser aboriya herêman, tengav û berhemên wê kontrol bike û Tirkiyê di navaroka aboriya cîhanê de, sûdê jê bigire û wê bi rêve bibe. El-Şimêrî da zanîn ku Tirkiyê di vê mijarê de aliyê siyasî û olî bi kar tîne.

El-Şimêrî diyar kir ku nêrîna Osmaniya nû ne wekî ya kevn e û got: "Yan û di pêvajoya avakirinê de ye. Welatên Ereb jî li pêş wê sekinîn. Bi hilweşîna projeya dewleta Îxwan, siyaseta Erdogan û Erdogan re Osmaniya nû di pêvajoya têkçûnê de ye. Têkçûna aborî ya di dema dawî de, daketina lîre û mezinbûna dijberîya Tirkiyê. Osmaniya nû armanc dike ku serweriya xwe li Tirkiyê mayînde bike paşê ber bi derve ve biçin, perevan bixin bin serweriya xwe, ji ber ku dewleta Tirk ji perevanê avî bi taybet ên Deriyaya Spî bê par e. Her wiha dixwaze bibe şirîk û îstîsmarên wê di gazê de hebin. Di lihevkirinên navneteweyî yên dema Şerê Cîhanê yên Duyemîn de rê li ber Tirkiyê hate girtin ku van daxwazan pêk bîne, ji be vê yekê hewl dide vî bendî bişkîne, destwerdanê li nakokiyên dewletên cîran û dewletên din li herêmê dike da ku para xwe ji gaze werbigire."

Ebdusetan El-Şimêrî behsa pêşeroja osmaniya nû kir û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Ez texmîn nakim ku pêşerojeke xweş jê re hebe yan jî ku karibe proje yan jî xwestekên xwe pêk bîne. Ji ber razîbûnên navneteweyî û herêmî bidest nexistiye. Her wiha ji ber tu sûd ji vê nêrînê tune ye ku di naveroka wê de nêrîna mêtîngeriyê heye."

(bx)

ANHA