Fîlmê Rûpela Sor li Qamişlo hat pêşandan

Bi tevlîbûna bi sedan kesî fîlmê Rûpela Sor li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo hate pêşandan.

Fîlmê Rûpela Sor li Qamişlo hat pêşandan
Fîlmê Rûpela Sor li Qamişlo hat pêşandan
Fîlmê Rûpela Sor li Qamişlo hat pêşandan
Fîlmê Rûpela Sor li Qamişlo hat pêşandan
Fîlmê Rûpela Sor li Qamişlo hat pêşandan
Fîlmê Rûpela Sor li Qamişlo hat pêşandan
16 gulan, 2022   16:52
QAMIŞLO

Beriya fîlm were pêşandan, li ser navê Tevgera Hîlala Zêrîn Rûken Mihemed bixêrhatina mêvanan kir û got: “Destpêkê di şexsê şehîd Nûjiyan Erhan de em hemû şehîdên tevgera azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li hember wan ditewînin. Axaftina Rêber APO heye dibêje: ‘Hunermendê gel şervanê gel, şervanê gel hunermendê gel e.’ Di kesayeta şehîd Nûjiyan de em dikarin vê peyvê bînin li ser ziman. Li hember dagirkeriyê bi çeka xwe şer kir û li hember şerê spî bi hunera xwe tekoşîn kir. Em li hember tevahî şehîdan soza xwe carek din nû dikin û em dibêjin şehîd namir.”

Derhênera flîmê Rûpela Sor Dêrsim Zêrevan jî got: “Kesayetên ku di flîm de rol lêyistine û di şoreşa gelan de gihîştine şehadetê wiha parve dike û wiha got: “ Em bi fîlma ku bi navê Rûpela Sor nîşad bidin cardin Şehîd  Nûjiyan Erhan, Basil, Arîn, Hebûn Ereb, Şervan, Karker û hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin û bejna xwe li hember kesayeta wan ditewînin.  Rojnamevana vî gelî, weke şervan û şoreşgera vî gelê bû xwedî kedek mezin me bi nirx şehîd Nûjiyan Erhan.”

Dêrsim Zêrevan bal kişand li ser wate û girîngiya şoreşa Rojava û wisa pêde çû: “ Li ser van axan êşên gelek mezin hatin kişandin, şerên giran hatin meşandin, xwîn, xwêhdan û hesrên dayikan hatin rijandin. Ji bo wê em dibêjin jiyana vî gelî û tekoşîna vî gelî layîqî xebatên hûnerîne ku bi stranan, destanan û fîlman xemilandin û pêşkêş kirin. Ji ber ku berxwedaneke bê hempa hatiye meşandin û tim berxwedaniyek pîroz hatiye meşandin li ser van axan ji bo wê jî em dibêjin hêvîdar in ev fîlm me layîqî keda gelê me be, şervanên gelê me be û keda şehîdên azadiyê be.”

Dêrsim Zêrevan bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “ Ev fîlm bi kedek pir bi nirx û buha çêbû. Em spasiya xwe ji bo tevahî gelê me, şervanên YPJ û YPG, Asayîş, Hîlala Zêrîn û ciwanên şoreşger dikin. Hêvîdar in fîlm bi dilê we be spasiya we tevan dikin.”

Fîlm bi baldariyek mezin hate temaşekirin.

ANHA