Li dijî êrişên qirkirinê ciwanan çalakiya konvedanê dan destpêkirin

Bi dirûşmeya "Rêya me rêya we ye û armanca me armanca we ye" îro li dijî êrişên artêşa Tirk û PDK`ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakiya konvedanê hate destpêkirin.

Li dijî êrişên qirkirinê ciwanan çalakiya konvedanê dan destpêkirin
16 gulan, 2022   13:14
HESEKÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Dirbêsiyê li dijî êrişên artêşa Tirk ên û PDK`ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakiya konvedanê dan destpêkirin.

Konê çalakiyê li aliyê bakurê navenda navçeya Dirbêsiyê ya nêzî sînorê di navbera Bakur û Rojava de hate danîn. Kon bi wêneyên rêber Ocalan û şehîdan, pankartên bi nivîsên "Dem dema azadiyê û bijî berxwedana gerîla" hate xemilandin.

Çalakî bi xwendina daxuyaniyê ji aliyê endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Emîne Mehmûd ve dest pê kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em Tevgera Ciwanên Şoreşger ên li Dirbêsiyê li dijî êrişên artêşa Tirk ên bi hevbeşiya PDK`ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê çalakiya konvedanê didin dest pê kirin."

Di daxuyaniyê de îşaret bi helwesta Tevgera Ciwanên Şoreşger a şermezarkirina xiyaneta PDK`ê û piştgiriya tevgerê ya ji berxwedana gerîlayan re hate kirin û wiha bi dawî bû: "Gerîla nûnertiya vîna gelê Kurd ên li her çar parçeyên Kurdistanê dike, lewma divê xeta têkoşîna were berdewamkirin da ku rê li pêşiya êrişên dewleta Tirk a dagirker were girtin."

Tê payîn çalakiya konvedanê heta 20`ê Gulanê berdewam bike û şêniyên Hesekê Dirbêsiyê, Hesekê, Til Temir, Hol, Şedadê û Zirganê jî nobetê bigirin.

(eh)

ANHA