Meclisa Kantona Girê Spî projeya mêtîngeriyê li herêmên dagikirî şermezar kir

Meclisa Kantona Girê Spî bi daxuyaniyekê projeya bicihkirina penaberan li herêmên kantona Girê Spî yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de şermezar kir û bang li civata navneteweyî kir ku vê projeyê rawestînin û garantiya vegera bi ewle ya koçberan bide.

Meclisa Kantona Girê Spî projeya mêtîngeriyê li herêmên dagikirî şermezar kir
16 gulan, 2022   12:46
EYN ÎSA

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Sebrî Nebo bi beşdariya bi dehan endamên saziyan, komîteyên Meclisên Kantona Girê Spî û Navçeya Eyn Îsa daxuyanî li qada navçeya Eyn Îsayê xwend.

Di daxuyaniyê de projeya dewleta Tirk a guhartina demografiya herêmên li Sûriyê dagir kiriye û vegerandina komeke penaberên sûrî li kantona dagirkirî, hate şermezarkirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê di 14`ê Gulanê de ragihand ku hikumeta Tirk di deriyê bajarê Girê Spî yê dagirkirî re komeke penaberên sûrî vegerand herêmên dagirkî.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku planên niştecihkirinê yên ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze li herêmên dagirkirî pêk bîne, dê parçebûnê di navbera gelê sûrî de çêbike û ev jî xizmeta planên wê yên berdewamkirina dagirkirina xaka Sûriyê dike.

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û garantorê rûsî hate kir kirin ku garantiya ewlehî û îstiqrara herêmê bidin. Her wiha planên dewleta Tirk ên bi armanca parçekirina Sûriyê rawestînin û vegereke bi ewle ji penaberan re mîsoger bikin. Li aliyekî din jî bang li Komkara Erebî hate kirin ku zextê li Qeter û Kiwêt bike da ku destekê nedin vê projeya mêtîngeriyê.

(eh)

ANHA