Pêşangeha Pirtûkên Kurdî bersiva hewldanên qirkirina çandî ye

Wêjevan, nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedarên ku beşdarî Yekemîn Pêşangeha Pirtûkên Kurdî ya li bajarê Qamişlo bûne, pêşangeh bi gaveke pîroz û dîrokî pênase kir û diyar kirin vekirina pêşangehê bersiva li hemberî hewldanên qirikirina çandî ye.

Pêşangeha Pirtûkên Kurdî bersiva hewldanên qirkirina çandî ye
16 gulan, 2022   10:01
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Li Rojava bi çalakî û xebatên cur bi cur û di nav de vekirina pêşangehên salane çanda kurdî tê vejandin. Di 15`ê Gulanê de Yekemîn Pêşangeha Pirtûkên Kurdî li bajarê Qamişlo hat vekirin.

Di pêşangehê de 15 weşanxan e, 2 hezar û 524 sernav û 10 hezar pirtûkên bi zimanê kurdî yên bi 2 zaravayan (kurmancî û soranî) hatin pêşandan.

Têkildarî mijarê, rewşenbîr, wêjevan û siyasetmedarên Kurd ên beşdarî pêşangehê bûne li ser giringiya vekirina pêşangehê nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.

Wêjevana Kurd Lema Elî got: “Vekirina pêşangehê gaveke pîroz e, ji ber ku pirtûkên bi zimanê dayikê tê de tên pêşandan.”

Girêdayî asta derxistina pirtûkan di Şoreşa Rojava de Lema Elî da zanîn ku dibe asta ku pirtûkxaneya kurdî ya ji berhemên nivîskar û rewşenbîrên Kurd ne cîhanî be, lê belê asta heyî hêja ye ku pêşangeheke taybet jê re bê vekirin.

Endama Meclisa Jin a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şadiya Omer jî daxuyand ku vekirina pêşangeheke pirtûkên bi zimanê kurdî, gaveke dîrokî ye û wiha got: “Ev berhemên Şoreşa Rojava ne, di şoreşê de asta xwedîderketina li çanda kurdî nîşan dibe. Divê gelê me bi xwendina pirtûkan dîroka xwe nas bike.”

Li ser hewldanên qirkirina çandî ku ji aliyê hêzên desthildar ve li dijî gelê Kurd di dirêjahiya dîrokê û hetan niha  pêk tên, Şadiya Omer got: “Ruxmî hewldanên qirkirina çandî û bandora wan li ser gelê Kurd gelê me bi rêya xwendina pirtûkan dikare çanda xwe hîn bêhtir bişopîne ji wan hewldanan re bibe bersiv.”

Her wiha Rewşenbîr û Nivîskarê Kurd Welîd Bekir asta pirtûkên kurdî li Rojava nirxand û ev tişt anîn ziman: “Em dibînin ji milê hejmar û kalîteya berheman ve di asteke bilind e ye, lewra jê re pêşangeh hatiye vekirin. Mîna van çalakiyan Rojava ber bi xurtkirina zimanê kurdî ve dibe. Dê bandora xwe li ser pêşxistina ziman û çanda kurdî bike.”

Welîd Bekir da zanîn ku bi vekirina pêşangehên salane wê xwînerên pirtûkên zimanê kurdî jî zêdetir bibin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Li gorî tê dîtin pirtûkên zarokan jî di pêşangehê de cihê xwe digirin; giringiya cureya pirtûkên zarokan jî heye.”

(cx)

ANHA