Desteya Çandiniyê ya Aborî ya Herêma Efrînê ji bo mewsimê çandiniyê tedbîr girtin

Cotkarên li kantona Şehbayê bi xeteriya hedefgirtina zeviyên xwe re rû bi rû ne, li aliyekî baran zêde nebariya mewsim ne baş e û li aliyekî din jî hikumeta Şamê ambargo li ser hantona ferz kiriye û nahêle hewcedariyên çandiniyê derbas bibin. Li hemberî vê yekê Desteya Çandiniyê ya Aborî ya Herêma Efrînê tedbîran digire.

Desteya Çandiniyê ya Aborî ya Herêma Efrînê ji bo mewsimê çandiniyê tedbîr girtin
15 gulan, 2022   23:38
ŞEHBA-CÛDÎ SÎPAN

Wekî her salê dema mewsimê çinîna genim û ceh nêzîk dibe, artêşa Tirk û çeteyên wê zeviyan gulebaran dike.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 9`ê mehê êrişên berfireh li dijî gundên nêzî eniyên şer pêk anîn, gundewarê Babê û gundên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê kirin. Di encamê de rûbereke mezin ji erdên gundên Um El-Hoş a navçeya Ehresê hate şewitandin.

Bi armanca pêşîlêgirtina bûyerên şewatê li kantona Şehbayê, "Komîteya Şewatan" hate avakirin û ji gelek saziyên heman peywendiyê pêk tê. Ji wan Desteya Çandiniyê ya Herêma Efrîn, Desteya Şaredariyan û ji bo navçeyên kantonê jî ambulans hatin diyarkirin.

Der barê mijarê de hevserokê Beşa Kar û Barên Çandiyê ya Desteya Aborî û Çandiniyê ya Herêma Efrînê de Basim Osman ji ANHA`yê re axivî.

'MEWSIM NE BAŞ E Û SIYASETA BIRÇÎKIRINA ŞÊNIYÊN HERÊMÊ BERDEWAM DIKE'

Osman îşaret bi mewsima 2022`an kir û got: "Ji ber hişkesaliyê mewsim ne baş e, nexasim gerim û ceh. Genimê bejî di halê hazir de ne baş e û yê avî jî heta astekê baş e."

Osman diyar kir ku ambargoyê bandoreke mezin li hilberînê kir û wiha axaftina xwe domand: "Ji ber ku hemû rê hatin girtin û saktorên çandiniyê derbasî herêmê nebûn. Mînak mazot û semad li herêmê tune ye û bûyerên şewatê jî dubare dibin. "

Osman da zanîn ku mewsima 2022`an nêzîk e û ji ber topbarana artêşa Tirk û çeteyên wê li ser hilberînên gundên nêzî eniyên şer, agir bi genim û cehê ket bi taybet gundên Gol Sirûc û Um El-Hoş.

Der barê pêşîlêgirtina bûyerên şewatê de Osman wiha axivî: "Têkildarî bûyerên şewatê komîteyek ji saziyên bajêr hate avakirin û alavên pêwîst hatin diyarkirin. Ev komîte amade ye bi şev û roj deveran kontrol bikin da ku rê li pêşiya şewatê bigirin."

Osman diyar kir ku genim ji hilberînên sereke yê herêmê ye û ambargo bandore lê dike, nexasim bi ziwabûna herêmê re.

Osman da zanîn ku bi destpêkirina mewsima par re ji ber topbaranaa û gulebarana ji aliyê artêşa Tirk ve rûberên mezin şewitîn, armanc jê jî ew bû ku vîna gel bişkîne û siyaseta birçîkirinê pêk bîne.

'LI DIJÎ ŞEHBAYÊ SIYASETÊN HEVBEŞ HENE'

Hevseroka Meclisa Kantona Efrînê Zelûx Bekir axivî û got, li dijî Şehbayê siyasetên hevbeş di navbera hikumeta Şamê û artêşa Tirk de hene û diyar kir ku ev siyasetên wan nehatine guhartin û rojane gundên Şehba û navçeya Şêrawayê topbaran dikin.

Zelûx Bekir diyar kir ku êriş li pêşberî çavên her kesî têne kirin, hikumeta Şamê ambargo ferz dike û li dijî koçberan siyaseta birçîkirinê dide meşandin, her wiha artêşa Tirk û çeteyên wê jî êrişî kantonê dike.

Zelûx anî ziman ku siyasetên artêşa Tirk û hikumeta Şamê di çarçoveya şikandina koçberên Efrînê de pêk tê.

'TEVÎ HEMÛ HEWLDANAN  BERXWEDAN BERDEWAM E'

Zelûx Bekir bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî kiriyarên dewleta Tirk û ambargoya hikumeta Şamê şermezar kir. Her wiha bang li hikumeta Şamê kir ku rewşa şêniyên Efrînê wekî welatiyên sûrî bide berçavan, ji ber ku ji mafên wan azad bijîn û bi awayekî ewle vegerin warên xwe.

Di dawiyê de Zelûx Bekir destnîşan kir ku ew ê heta vegera li Efrînê li ber xwe bidin.

(eh)

ANHA