​​​​​​​Kongra Star: Bersiva me ji bo bîranîna şehîdên Hewlêrê avakirina yekitiyê ye

Kongra Star bi daxuyaniyekê şehîdên Komkujiya Hewlêrê ya sala 1997’an bi bîr anîn. Di daxuyaniyê de hate gotin “Hevkariya PDK’ê ya îro berdewama qetlîama Hewlêrê ye. Ji bo ku hesabê komkujiyê were xwestin, lazim e îro têkoşîn li hemberî xayintiyê were bilindkirin.”

​​​​​​​Kongra Star: Bersiva me ji bo bîranîna şehîdên Hewlêrê avakirina yekitiyê ye
16 gulan, 2022   07:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Kongra Star di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya li ser mijarê de wiha diyar kir:

“Bi boneya 25’emîn salvegera komkujiya Hewlêrê em carek din perpirsên vê komkujiyê şermezar dikin û şêhîdên vê qetlîamê ku bi destê PDK pêk hatiye, bi bîr tînin.

Pêvajoya ku qetlîama Hewlêrê pêk hatiye, ne ji rêzê bû û pir jî dişibe roja me ya îro. 2 roj berî komkujiyê, di 14’ê Gulana 1997’an de dewleta Tirk a dagirker operasyoneke leşkerî li dijî gerîlayên ARGK’ê li Başûrê Kurdistanê dabû destpêkirin. Tevî ku PDK tekez kiribû ku di vê operasyonê de bi tu awayî cih negire, rojek şûnde di 16’ê Gulana 1997’an de bi komkujiya Hewlêrê bû beşeke operasyonê dewleta Tirk. Di vê rojê de li ser gelek navendên tevgera azadiyê ya Kurdistanê êrişên çekdarî, bi çekên giran hatin pêk anîn. Di nav de bi dehan gerîlayên birîndar ku tedawî didîtin, zêdetirî 80 kadro û dostên PKK’ê bi destê PDK hatin qetilkirin. Piraniya wan bê çek bûn. Ji kesên ku di vê rojê de hatibûn dîl girtin, carekw din tu agahî nehatiye girtin. Di heman demê de 18 gerîla ku wek esîrên şer di zindanên PDK’ê de bûn, hatine şehîdxistin.

Ev komkujî wek peleke reş, wek şermeke mezin derbasî dîroka nûjen a Kurdistanê bûye. Bi dehan mîlîtan, fedaîyên doza gelê xwe û welatê xwe, ji destê hêzekê ku bi navê Kurdistanê tev digere, bi şiklekî hovane hatin qetilkirin. Ruxmî ku 25 sal di ser vê komkujiyê re derbas bûne, berpirsyarên vê rûreşiyê hîn jî lêborîn nexwestin, hesabê qetlîamê nedane û termê şehîdan teslîm nekirine.

Çawa ku PDK beriya 25 salan şirîkiya dewleta Tirk a dagirker kiriye, îro jî heman rolê dilîze. Di operasyonên dagirkeriya Tirkiyê li ser axa Başûrê Kurdistanê, li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li aliyê dijminê gelê Kurd cihê xwe digire. Bi vî awayî pozîsyona xwe ya noker û hevkar dubare dike. Diyar e ku heta ku hesabê komkujiya Hewlêrê ji PDK’ê ku îro nûnertiya xeta Kurdên hevkar dike, neyê standin dê îxanet û nokerî her berdewam bike.

Hevkariya PDK’ê ya îro di vê çarçoveyê de berdewama qetlîama Hewlêrê îfade dike. Ji bo ku hesabê komkujiyê were xwestin, lazim e îro têkoşîn li hemberî xayintiyê were bilindkirin.

Wek Kongra Star em teqez dikin ku têkoşîna xwe li dijî hevkariyê bilind bikin û bang li hemû jinên Kurd dikin da ku helwesteke hevbeş û neteweyî nîşan bikin. Bîranîna şehîdan ji me têkoşîneke xurttir dixwaze. Bersiva me ji bo bîranîna şehîdên Hewlêrê avakirina yekitiya demokratîk a neteweyî ye.

Di vê çarçoveyê de em careke din şehîdên komkujiya Hewlêrê bîr tînin û soza xwe ya têkoşînê û berxwedanê heya zaferê dubare dikin.”