Pêşangeha Pirtûkên Kurdî di roja duyemîn de didome

Pêşangeha Pirtûkên Kurdî ya li bajarê Qamişlo bi tevlêbûna bi dehan şênî, rewşenbîr û endamên saziyên sivîl di roja duyemîn de dewam dike.

Pêşangeha Pirtûkên Kurdî di roja duyemîn de didome
16 gulan, 2022   11:02
QAMIŞLO

Bi boneya 15`ê Gulanê (Roja Zimanê Kurdî) Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê duh li Hola Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo yekemîn Pêşangeha Pirtûkên Kurdî li Rojava vekir. Li pêşangehê zêdetirî 10 hezar pirtûk hene û armanc ji pêşangehê ew e ku berhemên wêjeyî yên nivîskarên Kurd werin pêşkêşkirin û bigihêjin ber destên nifşên nû.

Dîwana Wêjeyê, Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, Yekitiya Nivîskarên Kurd ên Sûriyê, Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û zêdetirî 15 weşanxaneyên li Rojava beşdarî pêşangehê bûn.

Bi dehan welatî, rewşenbîr, endamên Saziyên Sivîl ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana pêşangehê dikin.

Hêjayî bibîrxistinê ku pêşangeh dê sê rojan dewam bike. Dihat payîn ku îro semînerek bi navê "Zimanê Kurdî Hebûna Me ye" bihata lidarxistin, lê ji ber sedemên girêdayî tenduristiya mamoste Deham Ebdulfetah taloqî sibe hat kirin.

Tê payîn îro saet di 16:00`an de li Hola Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê fîlimê bi navê "Rûpela Sor" were pêşandan û di roja sêyem de jî semînerek bi navê "Ji bo Zimanê Kurdî" û şahiya îmzekirina gelek pirtûkên nû were lidarxistin.

(eh)

ANHA