Dagirkeriya Tirk gundewarê rojhilatê Babê topbaran kir

Navenda Ragihandinê ya hêzên Cebhet El-Ekrad ragihand ku artêşa Tirk a dagirker vê sibê gundê Kork Hiyûk û mezreayên Fewaris ên li rojhilatê bajarê Babê topbaran kiriye.

Dagirkeriya Tirk gundewarê rojhilatê Babê topbaran kir
16 gulan, 2022   07:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê got: “Ligel berdewamkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker i ser herêmên gundewarê rojhilatê Babê bi hemû cureyên çekên giran, artêşa Tirk û çeteyên wê di saet 6:30`ê sibehê de ji baregeheke xwe ya li gundê Şêx Nasir, gundewarê rojhilatê Babê bi topên hawanê hedef girt.”

Navendê destnîşan kir ku gundên Kor Hiyûk û mezreayên Fewaris ên bi welatiyan dagirtî bi 18 topên hawanê hatine topbarankirin.

(cx)