​​​​​​​`Osmaniya nû vegera mêtîngerî û kîna kevin e`

Serokê Navenda Ereb a Lêkolînan Mihemed Fethî E-Şerîf diyar kir ku ''Osmaniya nû" projeyeke li ser erdê ye û komên Îxwan yek ji çekên Erdogan bû ku bi rêya wan vê projeyê pêk bîne. Şîrovekarê siyasî yê lîbyayî Osman Bin Berke got: "Osmaniya nû vegera mêtîngeriya paşketî li herêmê ye û kîna kevn e.''

​​​​​​​`Osmaniya nû vegera mêtîngerî û kîna kevin e`
16 gulan, 2022   03:40
QAHÎRA – EMANÎ EZAM

Bi berdewamiya tevgerên tirkî li herêmê re, careke din behsa "Osmaniya nû" tê kirin. Ev têgîn ji bo danasîna têkiliyên siyasî yên derve yên dewleta Tirk bi pêşengtiya AKP`ê têne bikaranîn.

Tevgerên dewleta Tirk ji bo têkbirina pêkhateyên Sûriyê, guhertina demografiya herêmên ku dagir kirine û pêkanîna siyaseta tirkkirinê li van herêman  didome.

Herî dawî jî dewleta Tirk bi navê "Vegera bi dilsoz ya penaberên Sûriyê" dest bi vegerandina bi hezeran penaberên Sûriyê ber bi herêmên dagirkirî kirine ve kirin ku wan li şûna şêniyên resen ên hatine koçberkirin bi cih bike. Di heman demê de dewleta Tirk a dagirker êrişî Başûrê Kurdistanê dike û bi dehan baregeh li wir ava kiriye.

'PROJE PIŞTÎ ŞERÊ CÎHANÊ YÊ YEKEMÎN HATE AMADEKIRIN'

Têkildarî vê yekê Serokê Navenda Ereb a Lêkolînan Mihemed Fethî El-Şerîf anî ziman ku Osmaniya nû projeyeke ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn amadekarî jê re hatiye kirin û got: " Destpêkê bi nexşêya nû di sala 1920`an ji cîhanê re hate xêzkirin. Ew jî nexşêya Mîsaqî Millî bû ku piştî têkbirina artêşên osmanî ji aliyê hêzên hevpeymanî ve li eniyên cûda  derkete holê."

El-Şerîf bal kişand ser destpêka ragihandina Mîsaqî Millîî kir û wiha domand: "Mistefa Ataturk di Çileyê 1920`î de şerê rizgarkirinê ragihand. Ev jî teqeziyê li ser avakirina projeya osmanî ya nû dike. Ji ber wê jî Mistefa Kemal banga kombûna parlementoya osmanî kir. Ew jî bi navê meclisa nûneran dihat naskirin. Di 28`ê Çile de meclis kom bû. Di dawiya civînê de Mîsaqî Millî hate ragihandin û ew jî mîna belgeyekê ku sînorê nû yê dewleta Tirk diyar dikir. Mîsaqê herêmê ku tirkên misilman li piraniya wan dijiyan weke welatekî ji neteweya tirkî rediyar kir. Di 28`ê Çileyê 1920'î de Meclisa Nûneran a Osmanî tişta mîsaq erê kir ku nêrîna tirkên wê demê li ser sînorên erdnîgarî nîşan dide, piştî ku dewleta nû dewleta Osmanî di Şerê Cîhanê yê Yekem de hilweşiya."

El-Şerîf destnîşan kir ku tirk di nava hewldanan de bûn ku hilweşandina projeya osmaniya nû çareser bike û dest bi damezirandina projeya osmaniya nû bi rêzecûdahiyên di navbera nasname, înkarkirina pirneteweyî di hundirê Mîsaqî Millî de, bike.

El-Şerîf da zanîn ku sînorê "Mîsaqî Millî" li gorî nexşeya ku di wê demê de hatibûn esasgirtin ku ji wîlayeta Mûsil û Kurdistanê Iraqê (Başûrê Kurdistanê), xeta sînorê Sûriyê bi Tirkiyê re pêk dihat û got:  "Ev yek jî nîşan dide ku tirk di wê demê de nasnameyên neteweyî yên piraniya niştecihên li Bakurê Iraqê û Bakurê Sûriyê paşguh dikir ku piranî Kurd bûn."

El-Şerîf diyar kir ku nîjadperestiya Tirkiyê ya li hemberî kurdan ji mêj ve û heta roja îro ye ku nasnameya kurdî înkar bike.

El-Şerîf bal kişand ser nîjadperestiya Tirkiyê ku di daxuyaniyê serokê hikumeta Tirkiyê Mistefa Înonû di sala 1930`yî de eşkere bûn û tê de gotiye 'Mafê gelê Tirk bi tenê ye ku xwestekên xwe diyar bike ne mafê tu komên neteweyî yê din e.'' Ji daxuyaniyên nîjadperestiyê ku wezîrekê wê hikumetê wiha got: "Tu etnîkên ku têra xwe ne saf be, tenê ji mafê wî ye ku xizmeta tirkan bike."

KEYSBAZKIRINA TIRKÎ JI REWŞÊN DEWLETÊN HERÊMÊ RE

El-Şerîf wiha pêde çû: "Şer di navbera bindest û nîjadperestiya sîstemên Tirk de di nava çend salên borî de ma. Lê projeya osmaniya nû piştî sala 2011`an bi awayekî ber çav çalak ma. Erdogan tevliheviya li Iraq, Sûriyê û hin dewletên ereban keysbaz dike. Ew jî derfeteke baş bû da ku Tirkiyê bi awayekî hovane û nîjadî derbasî Sûriyê û Iraqê bibe û pêkhateyên Kurd li wan herêman bike hedef."

Serokê Navenda Ereb di berdewamiya axaftina xwe de bi bîr xist ku Tirkiyê bi awayekî rasterast tev li bûyerên  li Tûnis, Misir, Lîbya, Sûriyê, Iraq û Yemenê bû û di nava hewldanan de ye ku projeya xwe vejîne û ji bo vê yekê hevkariya AKP`ê bi komên Ixwan ên terorîst re li dewletên ereban keysbaz kir da ku rewşeke siyasî yên nû ava bike û xizmeta xeyalê Erdogan di projeyê wî de bike.

IXWAN,, ÇEKA TIRKIYÊ JI BO PÊKANÎNA PROJEYA OSMANIYA NÛ YE

El-Şerîf di berdewamiya axaftina xwe wiha got: "Ev yek teqez dike ku koma Ixwan a terorîst yek çekên dewleta Tirk li herêmê ye da ku projeya xwe ya nû pêk bîne. Ji ber osmaniya nû ji koma terorîst berfirehtir e ku ew jî yek ji destên pêkanîna projeya wan bû. Ji ber wê jî AKP`ê hevbendiyê bi Ixwanan re çêdike ne ji ber ku ji wan hez dike lê belê ji bo sûdê ji wan bigre."

El-Şerîf wiha pêde çû: "Recep Erdogan ji destpêka 2012`an de amadekariyên vê projeyê kiriye. Her wiha got ew dewleteke li ser dewleta osmaniya kevn hatiye avakirin. Ev yek jî teqez dike ku armacên Erdogan ên berfirehiyê hene. Erdogan destwerdana ji xwe ji Lîbyayê re îzahet kir ku ew mîrasa osmanî kevn e. Ew çarçoveya osmaniya nû ye ku helwestên eşkere dikin, dewleta Tirk vedişêre û her kes paşguh dike."

El-Şerîf da zanîn ku Erdogan di destpêka 2012`an de hemû rê û rêbaz bikar anî da ku destekê bide hêzên alîgirên xwe ku bighêje serdestiyê di dewletan de da ku xizmeta xwestekên xwe bike bi taybet ku koma Ixwan a terorîst xwe avêt hembêza Erdogan.

Mihemed El-Şerîf got tişta alîkariya Erdogan kir ew e ku komên radîkal bişîne Sûriyê, Lîbya û Iraqê, her wiha destekê bide, wan bi hevkariya hin xayînan perwerde bike û artêşên niştîmanî li Sûriyê, Iraq û Lîbyayê hilweşand.

El-Şerîf di dawiyê de ev tişt got: "Osmaniya nû projeyeke li ser erdê ye tevî ku daxuyaniyên tirkan ne li gorî vê yekê ne. Ji ber armanca wan avakirina sînorên ku Mîsaqî Millî ya di sala 1920`an de girtiye nav xwe."

MÊTÎNGERIYEKE  PAŞVERÛ û KÎNEKE KEVIN

Her wiha lêkolînerê siyasî yê lîbyayî Osman Bin Berke jî ev tişt anî ziman: "Her ku valatî hebe derfet dida mêtîngeriyê ku vegere. Projeya osmaniya nû di rastiyê de vegera mêtîngeriya paşketî jinûve ji herêmê re ye lê bi cilên nû û heman rêbaz, binketin û kîna kevn e."

Bin Berke diyar kir ku ev texmîn ne nû li herêmê lê belê di tişta nû reng û rêbaz e û ew jî ji ber binketin, texmînkirina şaş ji ber xwendina şaş ji rêya dîrokê ve û destnîşan kir ku Tirk dixwazin jinûve bazirganiya xwe dikin da ku herêma ku dixwaze dagir bike.

''DIVÊ GELÊN BINDEST BIBIN YEK''

Der barê xeyalê osmaniya nû ya komeleya Itîhad û Tereqî  de Bin Berke wiha dawî li axaftina xwe anî: "Cîhan heyî, desthilatdariya madî rêbazî mentiqî bi hinceta parastina ewlehiya neteweyî dibîne. Lê di rastiyê de ew dagirkirina gel û talankirina zengîniya wî ye. Têkilî di berê de bidawî nebibû lê belê şeklên ku li gorî modeya serdemê girt. Lê rastî yeke û ew jî mêtîngeriya nû û Itîhad û Tereqî xwedî heman rêbaz û siyaseta AKP`ê ye. Divê gelên bidest li hember wan bibin yek."

(bx)

ANHA