​​​​​​​Pasdarên Îranê 7 welatiyên herêma Raperîn binçav kirin

​​​​​​​Hêzên rejima Îranê 7 welatiyên herêma Raperîn a Başûrê Kurdistanê ku li Qendîlê, girtin û heta niha jî çarenusa wan ne diyar e.

​​​​​​​Pasdarên Îranê 7 welatiyên herêma Raperîn binçav kirin
15 gulan, 2022   19:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor agahiyên Rojnews, îro hejmarek welatiyên herêma devera Raperîn a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê ji bo komkirina giyayên Buharî, berê xwe dan Dola Şêx Ayşê ya li Qendîlê.

Di nava sînorê herêma Başûrê Kurdistanê de ew ciwan ji aliyê pasdarên rejima Îranê ve hatin gulebarankirin, hinek dewarên wan kuştin û 7 kes jî binçav kirin.

Li gorî agahiyan, ji wana 3 kes xelkê gundê Piştaşanin, 2 kes xelkê gundê Kaskanin û 2 kes jî xelkê gundê Maxumeznan in.

Heta niha çarenûsa wan her heft welatiyan nayê zanîn, malbatên wan jî daxwaz ji hikûmeta Başûrê Kurdistanê dikin ku destwerdan bike.