'Projeya bicihkirinê wê parçebûnê di civaka Sûriyê de çêke'

Welatî û çalakvanên siyasî bang li gelê Sûriyê kir ku li hemberî projeya mêtîngeriyê ku dewleta Tirk li Sûriyê pêk tîne bisekine  got, ev proje ji ber ku gef li yekitiya Sûriyê û gelê wê dixwe.

'Projeya bicihkirinê wê parçebûnê di civaka Sûriyê de çêke'
16 gulan, 2022   00:51
HESEKÊ

Daxuyaniyên serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan ên destpêka vê mehê ku dê zêdetirî milyonek penaberên Sûriyê li avahiyên mêtîngeriyê li herêmên dagirkirî bi cih bike, rastî nerazîbûnên welatiyên herêmê, nexasim koçberan hat.

Welatiyê bi navê Ella El-Omer ê ji navçeya Şedadê ya kantona Hesekê îşaret bi daxuyaniyên serokkomarê Tirkiyê kir û got, ji van daxuyaniyan armanc dike, demografiya bajarên Sûriyê biguhere û tevna civakî ya Sûriyê bi rêya desteserkirina mal û milkên wan têk bibe.

El-Omer bang li sûriyan kir ku li dijî kiryarên dewleta Tirk û Erdogan helwesteke cidî nîşan bidin û got, hemû xaka ku Erdogan hewl dide dagir bike û guhartina demografiyê lê çêbike, milkên kesên beriya hezaran sal lê jiyane, lewma divê sûrî bêyî cudabûn li hember planên Erdogan roleke rasteqîn bilîzin.

Dewleta Tirk a dagirker beriya vê jî avahiyên mêtîngeriyê li herêmên Sûriyê ava kirin, nexasim piştî dagirkirina Efrînê. Ev avahî bi fînansekiirna rêxistinên tirkî û ne tirkî di sêrî de kiwêtî, qeterî û filistînî hatin avakirin.

Dewleta Tirk a dagirker piştî ku zêdetirî 600 hezar Sûriyên ji Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê koçber kirin û axa wan dagir kir, malbatên çeteyên sûrî li malên wan bi cih kirin.

Çalakgerê siyasî Xedîf El-Dexîm jî  got: "Di sêrî de ev proje bi armanca guhartina demografiyê ye, her wiha Erdogan dixwaze vê mijarê di hilbijartinan de bi kar bîne. Di heman demê de hevgirtina niştimanî ya Sûriyê derbe bike, civakê ji hev qut bike û fitneyê di navbera gelê wê de derxe. Pê re jî herêmê ji niştecihên wê vala bike û alîgirên xwe li cihên wan bi cih bike."

El-Dexîm bang li civaka Sûriyê kir ku xeteriya hewldanên Erdogan baş bizanibin û li dijî van siyasetan bibin yek, her wiha bang li civata navneteweyî jî kir ku li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li hundirê Sûriyê helwesteke cidî nîşan bidin, ji van sûcan guhartina demografiyê, siyaseta tirkkirinê û koçberkirina sûriyan.

Çalakgera jin a li Hesekê Mûna Hemaş diyar kir ku gelê Sûriyê planên dewleta Tirk a dagirker ku hewl dide li hundirê bakurê Sûriyê bi rêya avahiyên mêtîngeriyê û guhartina demografiyê, pêk bîne dizanin.

Mûna Hemaş got divê hemû sûrî û hemû pêkhateyan hevgirtina xwe ava bikin da ku projeya bicihkirinê bisekinînin û nehêlin dewleta Tirk nifûsa niştecihên sûrî tev li hev bike.

Piştî Tirkiyê dest werda aloziya Sûriyê li bakur û Bakurê û Rojhilatê Sûriyê, Idlib, Efrîn, Ezaz, Bab, Carablus, Girê Spî dagir kir.

ANHA