​​​​​​​Destpêka Hezîranê dê mazot were belavkirin

Hevserokê Rêveberiya Sotemeniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku wê Rêveberiya Xweser ji destpêka mehê ve mazota ji bo germkirinê, belav bike û wiha got: "Niha ji bo xwediyên erebeyan kart têne amadekirin da ku sotemeniyê werbigirin."

​​​​​​​Destpêka Hezîranê dê mazot were belavkirin
16 gulan, 2022   01:56
REQA-EHMED EL-ESAF

Da ku erebe zêde li pêşiya stasyonên sotemeniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kom nebin û mazota germkirinê bigihêje hemû malbatan, Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê plansaziyeke pêşwext diyar kir û kartên taybet bi erebeyan derxist.

Têkildarî mijarê hevserokê Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sadiq El-Xelef axivî û got: "Li ser bingeha nîqaşa bi hemû Nivîsgehên Sotemeniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dê destpêka meha Hezîranê mazota germkirinê were belavkirin."

Sadiq El-Xelef diyar kir ku li gorî plansaziya wan danîne dê belavkirina mazota germkirinê 12'ê Kanûna 2022`an bi dawî bibe.

El-Xelef anî ziman ku miqdara mazota ji bo germkirinê ya dê li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê were belavkirin, diyar nekirine û ew ê li gorî miqdara sotemeniya li ber destên Rêveberiya Xweser were destnîşankirin. Li aliyekî din jî ew ê miqdarê ji bo her malbateke hatiye veqetandin bi carekê re were dayîn.

Têkildarî sedemên ku gelek welatiyan par mazot wernegirtin, El-Xelef wiha axivî: "Ji ber hişkesaliyê û kêmbûna baranê me mazot da cotkaran da ku mewsimê berhemekî baş bide."

Têkildarî pêşîlêgirtina qarbalexa li pêşiya stasyonên sotemeniyê El-Xelef got: "Em ê li gorî kartên par kartên elektronîk ji bo sotemeniyê veqetînin. Ger derxistina hemû kartan bi dawî nebe dê li gorî kartên par mazotê bidin erebeyan ji ber ku kodekî yedek heye. Hin herêman bi rêya van kartan mazot û benzîn wergirtin jî."

El-Xelef destnîşan kir ku ev kart pir girîng in ji ber ku hewcedariya ajokaran a bi sotemeniyê bi cih tîne, her wiha rê li pêşiya qarbalexa li ber  stasyonan digire.

Sadiq El-Xelef da zanîn ku her erebeyek dê li gorî cure û mezinahiya  wê her hefte mazotê werbigire û divê ajokar di rojên ku hatiye veqetandin de, mazotê werbigirin.

Hevserokê Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sadiq El-Xelef diyar kir ku ew ê miqdarê sotemeniyê yê ji bo erebeyan hatiye veqetandin tenê ji bo erebeyên li nivîsgehên peywendiyan hatine tomarkirin be. Her wiha destnîşan kir ku rewşa herêmên Dêrazorê cuda ye, hin ajokaran dereng erebeyên xwe tomar kirin, lê ji bo motorsîklêtan ger tomarkirî be yan jî na dê barên xwe werbigirin.

(eh)

ANHA