Şêx û rûspiyên eşîrên Ereb: Em ê li hemberî projeyên mêtîngeriyê bisekinin

Şêx û rûspiyên eşîrên Ereb ên bajarê Reqayê diyar kirin ku planên dewleta Tirk a dagirker wê li Sûriyê û Iraqê neskine, lê  dê bighêje tevahî herêmên Rojhilata Navîn û gotin, divê dewletên Rojhilata Navîn ji van planan hişyar bin.

Şêx û rûspiyên eşîrên Ereb: Em ê li hemberî projeyên mêtîngeriyê bisekinin
15 gulan, 2022   06:01
REQA – EHMED EL-ESAF

Dewleta Tirk êrişên xwe li ser Bakur û Rojhlatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê didomîne.

Li gorî siyasetmedar û lêkolîneran, dewleta Tirk şerê qirkirinê li dijî pêkhateyên herêmê dimeşîne. Pêkhateyên Ereb ên herêmê got, dewleta Tirk ne tenê ereban, di heman demê de Kurd û tevahî pêkhateyên herêmê dike hedef û armanca wê dagirkirina Sûriyê û Iraqê ye.

Di vê çarçoveyê de şêxê eşîra El-Elî ku eşîreke qebîleya El-Wilda ya bajarê Reqayê ye Remedan El-Rehal wiha axivî: "Çavnebariya dewleta Tirk li herêmên me didome. Qirkirina ku osmaniyan di demên berê de pêk anîbû , AKP`ê dixwaze ku îro li dijî hemû pêkhateyên herêmê û neteweyên wê dûbare bike."

El-Rehal anî ziman ku niyet hene ku dewleta osmanî nû li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê ava bike. Nîşaneya vê yekê jî şerê qirkirinê li dijî gelên herêmê ye.

El-Rehal got: "Em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê divê têkoşîn û berxwedana xwe xurt bikin. Divê em parastina vê xakê bikin ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan."

El-Rehad destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze çavnebariya osmanî vejîne û wiha pêde çû: "Niha jî dixwaze serweriya xwe li ser tevahî Rojhilata Navîn ferz bike. Dixwaze xwe weke rêveber li Rojhilata Navîn nîşan bide û me bike kole. Lê em bi hevgirtina bi hêzên QSD`ê û rêveberiya me ya xweser re derfetê nadin vê yekê ku ev plan bi ser bikevin."

Şêxê eşîra El-Hews, Deham El-Şiblî jî anî ziman ku dewleta Tirk bi êrişên xwe dixwaze ji nû ve li Sûriyê û dewletên ereban bi giştî berfireh bike. Her wiha sedema bêdengiya cîhana ereban a li hemberî van êrişan pirsî.

El-Şiblî anî ziman ku şêx û rûspiyên eşîran dê li hember dewleta Tirk û çeteyên wê û li dijî çi projeya dagirkerî li ser xaka Sûriyê bi giştî bisekinin û wiha pêde çû: "Em bi QSD`ê re ne ku parastina vê xakê û hemû pêkhateyan dikin. Weke ku me çawa DAIŞ`ê têk bir em ê li dijî çi êrişên li dijî ewlehiya me bisekinin."

El-Şiblî îşaret pê kir ku projeya berfirehkirinê ya împratoriya osmanî li ser hesabê xaka Sûriyê û Iraqê heye ku li ser tevahî Rojhilata Navîn xeter got, divê hemû dewletên Rojhilata Navîn li hember vê berfirehbûna osamanî li herêmê hişyar bin.

(bx)

ANHA