Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê sûcên li herêmên dagirkirî belge dike

Hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê sûcên li herêmên ku dewleta Tirk li bakurê Sûriyê dagir kirine, şermezar kir û got: "Têkildarî sûcên li dijî welatiyên Efrîna dagirkirî û herêmên Tirkiyê dagir kirine belge û rapor di destên me de hene."

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê sûcên li herêmên dagirkirî belge dike
15 gulan, 2022   05:44
KOBANÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagikirî pêkanîna sûcan dewam dikin, nexasim li herêma Efrînê. Ji wan sûcan, koçberkirina niştecihên resen, wêrankirina mal û binesaziyê, talankirin milkên welatiyan, revandin û qetilkirina sivîlan û guhertina demografiya herêmê.

Têkildarî mijarê, hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê Ehmed Dawûd ji ajansa me re axivî û got: "Rewşa mirovî li herêmên dagikirî trajîk e. Li wir bêyî hed û hesab hemû cureyên sûcan pêk tên, ji wan revandina sivîlan û talankirina mal û milkên wan."

Dawûd destnîşan kir ku ev binpêkirin ji aliyê çeteyên Tirkiyê û kesên wan bi rêve dibin ve pêk tê, nexasim li herêmên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ku bûye daristanek û qewitandina sivîlan bi awayekî eşkere tê kirin. Dawûd bi domdarî got: “Her wiha ji dema ku ew herêm hatine dagikirin ve guhartina demografiyê lê pêk tê. Îro jî rêjeya Kurdên li bajarê Efrînê yê dagirkirî ji sedî 25 e, lê beriya wê ji sedî 95 bû."

Li kêleka sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê li bajarê Efrînê û welatiyên wê pêk tînin, demografiya herêmê jî diguherîne, malbatên çeteyan li malên şêniyan bi cih dike û dewletên wekî Kiwêt û Qeter bi rêya komeleyên xwe destekê didin vê yekê.

Ehmed Dawûd anî ziman ku li gorî agahiyên dawîn yên ku bi dest xistine, 500 hezar kesên ji destpêka aloziya Sûriyê ve koçber bûne li bajarê Efrînê û herêmên cuda yên Sûriyê hatine bicihkirin. Niha jî Qeter û Kiwêt wan li bajarê Efrînê ku warê Kurdan e bi cih dike.

Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê, 500 malbatên Ereb ên Filistînî yên sala 1948`an ji wir koçber bûne, hatine bicihkirin. Her wiha hejmara kampan jî 18 e, ji wan Kampa Rehme El-Kiwêtî.

Di dawiyê de Ehmed Dawûd bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî rewşa li herêmên Tirkiyê dagir kirine şermezar kir û banga sekinandina li dijî dewleta Tirk, belgekirina sûcên li wan herêman pêk tên, kir û got: “Divê di dosya Sûriyê de durûtiyê nekin. Wekî Rêxistina Mafên Mirovan li herêma Firatê têkildarî sûcên li dijî şêniyên Efrînê û herêmên din ên dagirkirî di destê me de belge û rapor hene.”

 (eh)

ANHA