Dagirker êrişî gundê Til Qirah ê Şehbayê dikin

Dewleta Tirk a dagirker vê sibê bi tankan gundê Til Qirah ê kantona Şehbayê hedef girt.

Dagirker êrişî gundê Til Qirah ê Şehbayê dikin
15 gulan, 2022   06:05
ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji baregehên xwe yên li bajarê Marê yê bakurê Helebê gundê Til Qirah ê girêdayî navçeya Ehdas a kantona Şehbayê, topbaran kir.

Di rojên dawîn de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser kantona Şehbayê zêdetir kirine, ku bi sed hezaran koçberên Efrînê û şêniyên herêmê lê dimînin. Di çend rojên dawîn de dagirkeran navçeya Til Rifet û gundên Hasîn, Um Qura û Um Hoş her wiha gundên navçeyên Şera û Şêrawa, bi dehan topan hedef girtibû.

(cx)