ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-05-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-05-2022
14 gulan, 2022   23:00

-Desteya Perwerde û Fêkirinê ya Herêma Cizîrê bi boneya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî şahiyekê li bajarê Kobanê li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Saziya Zimanê Kurdî (SZK) bi boneya Cejna Zimanê Kurdî şahiyekê li Stada Heysem Kiço ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 16:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Navenda Hûrî ya Çand û Hunerê ya navçeya Amûdê bi boneya 15'ê Gulanê şahiyekê li Dibistana Aram Tîgran li dar dixe, saet 16:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê pêşangeheke pirtûkên kurdî li navenda Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo vedike, pêşangeh wê 3 rojan dewam bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Zimanê Kurdî ya girêdayî Meclisa Kantona Hesekê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî şahiyekê li hola Serdem a bajarê Hesekê li dar dixe, saet 13:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên gundewarê rojava yê Dêrazorê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê meşekê li dar dixin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hiqûqnas Cibaîl Mistefa bang li hemû pêkhateyên Sûriyê kir ku li dijî projeyên mêtîngeriyê yên dewleta Tirk bi lez tevbigerin û daxwaz ji hikumeta Şamê kir ku peymana Edenê ya bi dewleta Tirk a dagirker re betal bike û li dijî dagirkeriya Tirk li qadên navneteweyî gavan bavêje. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêx û rûspiyên eşîrên Ereb ên bajarê Reqayê hişyarî ji berfirehkirina dewleta Tirk li Sûriyê û Iraqê da û teqez kir kir ku çavnebariya wan dê li Sûriyê û Iraqê neskine, dê bighêje hemû herêmên Rojhilata Navîn û divê hemû dewletên Rojhilata Navîn ji ber vê berfirehbûnê, hişyar bin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bakurê Sûriyê şermezar kir û diyar kirin ku gel wan belgeyên sûcên dewleta Tirk ên li dijî şêniyên Efrînê hene. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka Meclisa PYD`ê ya Kantona Kobanê Nesre Derwîş anî ziman ku planeke hevbeş di navbera hikumeta Mistefa Kazimî, PDK`ê û dewleta Tirk de heye û armanc dike hebûna Kurd û Kurdistanê têk bibe û got: "Divê gelê Kurd tê bikoşe û rê nede dijmin planên xwe yên dagirkerane pêk bîne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endamên saziyên sivîl ên Dêrazorê diyar kirin ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê projeya rêveberiya xweser û yekitiya gelan dike armanc. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hevserokê MSD'ê Riyada Derar, bêdengiya hikûmeta Şamê ya li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker bi ihtîmala hebûna peymanekê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxand, her wiha bêdengiya dewletên Ereb ji planên dagirkeriya Tirk li Iraq û Sûriyê jî rexne kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

RAPOR

- Projeya bicihkirina miyonek penaberên Sûriyê  li hermên dagirkirî yên li bakurê Sûriyê yek ji xetertirîn projeyên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê ye. Ev proje dê demgorefiya herêmê biguherîne û Sûriyê parçe bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Medya xwecihî ya Sûriyê, eşkere kir ku xeta îran-Sûriyê ya enerjiyê di serdana serok Beşar El-Esed a ji bo Tehranê de hat aktîfkirin. Li aliyekî din însiyatîfên hêzên siyasî yên ji bo çareserkirina aloziya Iraqê pir in, lê yek ji wan pêş neket.

ÇAND Û HUNER

- Di salvegera Kovara Hawar û di roja cejna zimanê Kurdî de rojnamevanên di dezgehên ragihandinên Kurdî yên li Rojava de xebatê dimeşînin, asta ragihandina Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û rola ragihandina Kurdî di nava civakê de nirxandin. Rojnamevanan anî ziman ku bi Rojava re, di ragihandina Kurdî de şoreşek pêk hatiye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Bi diruşma "Li dijî dagirkeriyê yekkirina helwestên jinan" Kongra Star civînekê ji bo jinên Kurd ên Rojava li hola Zana ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA