​​​​​​​Erdogan penaberan ji bo şantajkirina dewletên rojava û xurtkirina dagirkeriyê bi kar tîne

Projeya bicihkirina miyonek penaberên Sûriyê  li hermên dagirkirî yên li bakurê Sûriyê yek ji xetertirîn projeyên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê ye. Ev proje dê demgorefiya herêmê biguherîne û Sûriyê parçe bike.

​​​​​​​Erdogan penaberan ji bo şantajkirina dewletên rojava û xurtkirina dagirkeriyê bi kar tîne
15 gulan, 2022   03:08
KOBANÊ-CÛMA MIHEMED

Dewleta Tirk dosyaya penaberên sûrî yên li Tirkiyê ji bo pêkanîna armancên xwe yên siyasî li Sûriyê û herêmê bi kar tîne.

Tevî ku Erdogan gelek caran dosyaya penaberên Sûriyê  bi kar aniye û serê çend salan e weke kaxezeke siyasî jê sûd girtiye, lê belê plana bicihkirina zêdeyî milyonek penaberên sûrî li herêmên dagirkirî yên li bakurê Sûriyê, weke siyaseta herî xeter a dewleta Tirk tê binavkirin ku dê bi salan dirêj bike.

EWROPAYÊ ŞANTAJ DIKE

Li Tirkiyê zêdeyî 3 milyon û 500 hezar penaberên Sûrî hene. Dewleta Tirk ji bo ku wan penaberan bihewîne û rê li ber penaberiya ber bi welatên Ewropayê bigire, pere ji Ewropayê digire.

Dewleta Tirk zû nas kir ku Ewropayê naxwaze hejmareke mezin ji penaberên sûrî pêşwazî bike û di 2016'an de li gel Yekitiya Ewropayê peymanek îmze kir.Li gor peyamê, dê dewleta Tirk penaberên ku gihiştine girevyên Yewnanistanê vegerîne û rê li ber penaberiya ber bi Ewropayê ve bigire, li hember wê jî dê Ewropayê pere bi de dewleta Tirk.

Di meha Kanûna 2020'an d Yekitiya Ewropayê ragihand ku wan 6 milyar euro dane Tirkiyê.

Lê mijar ne tenê girêdayî pereyan e, Erdogan penanerên sûrî weke kaxezeke zextê ji bo tevlîbûna nava Yekitiya Ewropayê bi kar tîne. Gelek caran tevî ku peyman hatiye îmzekirin,Erdogan gef xwariya ku ew ê berê penaberan bide Ewropayê, eger Ewropayê piştgirî nede plana dewleta Tirk a qaşo avakirina "herêmeke ewle" li Bakurê Sûriyê.

Dema ku Yekitiya Ewropayê êrişa dagirkeriyê ya Tirk a li ser Serêkaniyê û Girê Spî rexne, Erdogan gefa vekirina sînorên xwe li ber penaberên Sûriyê xwar û ji civata navneteweyî xwest ku di nêrîna wî ya derbarê penaberan de alîkarî bidin.

Welatên Ewropayê dizanin ku eger Tirkiyê rê bide penaberan ku derbasî Ewropayê bibin dê li wir gelek alozî derbikevin, ew ditirsin ku li nava bajarên Ewropayê kiryarê  terorî çêbibin.

Di demekê de ku derfetên çareserkirina aloziya Sûriyê tune ye û Erdogan penaberên Sûriyê wekî rehîn bi kar tîne, ku rê nadin penaber vegerin bajarên ku ne di bin dagirkeriya Tirkiyê de ne, êdî penaber bûne weke xincerekê di pişta Ewropayê de.

LI BAKURÊ SÛRIYÊ GUHERTINA DEMOGRAFÎ

/kr/uploads/files/2022/05/14/200443_-.webp

Li Sûriyê jî planên dewleta Tirk ên xeter tên meşandin. Erdogan pereyên Ewropa û welatên Ereb weke Qeterê ji bo avakirina avahiyên mêtîngeriyê li herêmên dagirkirî bi kar tîne.

Dewleta Tirk a dagirker di Tebaxa 2016'an de bajarên Cerablus, Ezaz, Raî û Babê dagirk kir, di Adara 2018'an de Efrîn û di Cotmeha 2019'an de Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir.

Heta niha jî bi behaneya parastina ewlehiya xwe ya neteweyî dewleta Tirk gefa dagirkirine herêmên din ên Sûriyê dixwe, da ku welatiyên resen koçber bike, dest deyne ser mal û milkên wan û bi xaka xwe ve girêbide.

Di 3'yê Gulanê de Erdogan ragihand ku ew bi hevkariya rêxistinên tirkî û navneteweyî amadekiriya vegerandina milyonek penaberên sûrî yên li Tirkiyê dikin.

Erdogan diyar kir ku beriya niha 500 hezar welatiyên Sûriyê vegeriyane herêmên dagirkirî û ragihand ku dewleta Tirk niha li 13 cihan  amadekariyên avakirina avahiyên mêtîngeriyê dike.

Erdogan destnîşan kur ku wan ji 77 hezar malî heta niha 57 hezar û 306 mal li bakurê Sûriyê ava kirine.

Erdogan di 9 vê mehê de careke din behsa vê mijarê kir û got, ew li ser avakirina 200 hezar yekîneyên bicihkirinê li Bakurê Sûriyê dixebitin û milyonek penaberên Sûrî amade ne vegerin.

Plana dewleta Tirk a dagirker rastî bertekên tund hat, piraniya aliyên Sûriyê dibêjin ku dewleta Tirk bi vê gavê demografiya herêmê diguherîne û gelê Sûriyê parçe dike.

Partiya Yekitiya Demokratîn (PYD) di 9'ê Gulanê de bang li penaberên Sûriyê kir ku vegerin bajarên xwe yên resen û berê xwe nedin avahiyên ku dewleta Tirk bi desteka rêxistinên Ixwan El-Mislimîn ava kirine ku dixwazin armancên xwe yên siyasî pêk bînin, xizmeta plan û berjewendiyên dewleta Tirk ên guhertina binesaziya civakî ya gelê Sûriyê.

Plana bicihkirina penaberan piştî koçberkirina şêniyên resen ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve taybet li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk tê. Welatiyên li wan herêman mane jî li dijî wan de binpêkirin û sûc têne kirin da ku ew jî bên koçberkirin. Dewleta Tirk jî wan penaberan li malên şêniyên resen bi cih dikin.

WELATIYÊN SÛRÎ LI HUNDIR TÊN BIKARANÎN

Piştî ku dewleta Tirk sînorê xwe li ber dizîkirina amûrên kargehên Helebê vekir, penaberên sûrî yên li Tirkiyê di wan kargehan de bi mûçeyên kêm dide xebatandin. Gelek ji wan penaberan hatine xapanadin, karên giran kirin û pere nestendin.

Herî dawî nêzîkatiyên neyînî yên welatiyên Tirk derheqê penaberên sûrî de zêde bûn, pevçûn çêbûn û gelek caran êrişî mal û dikanên penaberên sûrî kirin. Li Tirkiyê ji bo derxistina penaberên Sûriyê ji Tirkiyê gelek xwepêşandan hatin lidarxistin.

Piştî ku Erdogan dît ew ketiye jêr zexteke hindirîn, dest bi plana xwe ya bicihkirina penaberan li bakurê Sûriyê kir, bi vê yekê him zextên opozisyonê li ser xwe kêm dike him jî li Sûriyê guhertineke demografî pêk tîne.

BICIHKIRINA DAGIRKERIYÊ Û ZÊDEKIRINA TUNDIYÊ

Plana dewleta Tirk ji destpêkê ve ew bû ku malbatên alîgirên xwe li herêmên dagirkirî bi cih bike. Ji ber wê dewleta Tirk dest bi koçberkirina her kesê li dijî xwe kir, li şûna wan malbatên ji Deraa, gundewarê Şamê, Himis û Hemayê bi cih kir.

Di heman demê de dewleta Tirk a dagirker zimanê tirkî belav kir û girîngî da kesên dizanin bi tirkî biaxivin. Dewleta Tirk zimanê tirkî li kêlek zimanê erebî kir zimanên sereke yên perwerdeyê. Her wiha navên kolan, tax û qadên giştî kir ser navên tirkan an jî çeteyên dewleta Tirk.

Dewleta Tirk bi zimanê îslamî nêzî gel çeteyan dibe, navê "Artêşa  Mihemedî" li wan çeteyan dike, çete jî di bin navê îslamê de kiryarên kuştin, dizîn, revandin û xirabkirin pêk tînin.

Bi bilindbûna xîtaba olî, kesayetên tundraw derketin, piştre veguherîn komên çete. Çeteyên DAIŞ'ê jî yên ku reviyabûn Tirkiyê vegeriyan, li herêmên dagirkirî komên çete weke DAIŞ'ê ne, tenê bi nav û alan tên guhertin.

Artêşa Tirk a dagirker di navbera herêmên ku dagirkiriye û herêmên din ên Sûriyê  de sînoran çêdike weke dîwar li derdora Efrînê û xendekên li derdora Serêkaniyê û Girê Spî dikole, her wiha bi dehan baregehên din ên leşkerî li ava xaka Sûriyê ava kirin.

Di 9'ê vê mehê de 45 rêxistinên hiqûqî û rojnamegerî sekreterê NY û Yekitiya Ewropayê ji projeya dewleta Tirk a guhertina demografîk hişyar kiribûn

Wan rêxistinan banga rawestandina alîkariyê ji bo projeyên Erdogan kiribûn û xwestibûn ku rewakirin û sîwana yasayî nedin dewleta Tirk da di pêşerojê de li Sûriyê şerekî navxweyî dernekeve.

Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî jî di axaftina xwe ya ji bo komxebata navdewletî ya bi diruşmeya " Efrîn di navbera dagirkeriya dewleta Tirk û berjewendiyên navneteweyî de" ya li ku li kampa Berxwedan a li kampa Şehbayê hatibû lidarxistin de gotibû ku dê QSD'ê hemû erkên xwe yên siyasî, hiqûqî û leşkerî li dijî vê projeyê pêk bîne.

Şopdar jî dibêjin ku divê penaberên sûrî yên li Tirkiyê bi projeya dewleta Tirk neyên xapandin û vegerin herêmên xwe yên resen û jiyana li ser xakeke din nepijirînin.

Her wiha bang li hikûmeta Şamê jî tê kirin ku zextê li civata navneteweyî bike da ku rê li ber dewleta Tirk û projeya wê bigire.

Di heman demê de bangên xurtkirina têkoşîna li hember dewleta Tirk a dagirker, derxistina artêşa Tirk a dagirker ji Sûriyê, çareserkirina aloziya Sûriyê bi awayekî siyasî û vegera ewle ya penaberan li xaka xwe ya resen zêde dibin.

(şt)

ANHA