Şehîdekî  Meclisa Leşkerî ya Minbicê hate oxirkirin

Şêniyên bajarê Minbicê cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Yehiya Zekeriya El-Elo li goristana şehîdan veşartin.

Şehîdekî  Meclisa Leşkerî ya Minbicê hate oxirkirin
Şehîdekî  Meclisa Leşkerî ya Minbicê hate oxirkirin
Şehîdekî  Meclisa Leşkerî ya Minbicê hate oxirkirin
Şehîdekî  Meclisa Leşkerî ya Minbicê hate oxirkirin
Şehîdekî  Meclisa Leşkerî ya Minbicê hate oxirkirin
Şehîdekî  Meclisa Leşkerî ya Minbicê hate oxirkirin
Şehîdekî  Meclisa Leşkerî ya Minbicê hate oxirkirin
Şehîdekî  Meclisa Leşkerî ya Minbicê hate oxirkirin
14 gulan, 2022   14:58
MINBIC

Şêniyan cenazeyê Yehiya ji pêşiya Nexweşxaneya Firat wergirtin û ber bi goristana şehîdan a li başûrê bajar ve kete rê.

Li goristanê merasîm bi rêzgirtin dest pê kir û toreneke leşkerî ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve hate lidarxistin.

Piştre Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwşî wiha axivî: "Dijminê me bi şev û roj dixebite û naxwaze ku em bi aramî û ewlehî bijîn. Di rojekê de zêdetirî hezar topî avêt ji Şehba û heta Eyn Îsa û Til Temirê. Armanca wan ku zêdetir xwîn were rijandin û herêmê dagir bikin."

Her wiha Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mihemed El-Şêx jî ev tişt got, heta ku azadî û rûmeta welat were bidestxitin wê karwanî şehîdan b idawî nebe.

Paşê Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Mihemed Elî El-Ebo ev tişt anî ziman: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeya me ya demokratîk heye. Ew jî projeya azadiyê ye ku em bi rêya wê dixwazin rûmeta gelê xwe li tevahî Sûriyê bidest bixin. Pêwîstiya vê projeyê bi berdêl û berxwedêran ve heye. Em vê yekê jî li ser rûyê erdê dibînin. Rojane şehîd têne dayîn û xwîna wan a pîroz ax û projeya me av didin."

Paşê wesîqeta şehîd ji aliyê Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mehmûd Ebû Îdo ve hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Yehiya El-Elî

Navê bav: Zekeriya

Navê dê: Caziya

Cih û dîroka jidayikbûnê: Hiwêcet El-Zira 1`ê Kanûna 2003`an

Cih û dîroka tevlîbûnê: 17`ê Mijdara 2021`an

Cih û dîroka şehadetê: Eniya El-Mihsinlî 13`ê Gulana 2022`an

(bx)

ANHA